• DOLAR 32.395
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2326.372
  • ...
 "Ji bo faturaya telefona ku min qet bi kar neaniye dê îcra bê li ser mala min"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karkerê bi navê Bahrî Kiliç di derbarê mijarê de destnîşan kir  ew hatiye mexdûrkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bêyî xebera min di sala 2009an de li ser navê min 2 xetê telefonê hatine vekirin.Dema ku min kir xeteke nû bistînim ez ji vê yekê haydar bûm.Dema ku ez çûm xetê bistînim xwediyê dikanê destnîşan kir ‘ ji ber ku li ser navê te deyn heye tu nikarî xeteke nû bistînî.’ Min jî serî li mehkemê da.Mehkeme nêzî 2 salan berdewam kir.”

Dozgerî wî kesê ku xetê bikaraniye tesbît kir lê di aleyha wî de qerar da.

Kiliç di berdewama axavtina xwe de wisa diyar kir: “Di encama lêpirsîna ku hat kirin de dozgerî tesbît kir ku xet ji teref A.S. ve hatiye bikaranîn û ev kes jî eslê xwe Rihayî ye.Bi vî awayî teqez bû ku min vê xetê bi kar neaniye.Di mehkemê de min wî qet nedî.Ji xwe ew bi xwe jî beşdarî mehkemê nabe.Di mehkemeya dawî de qerar di aleyha min de hat dayîn.Ez bi vî şiklî hatim mexdûrkirin.Ji min re tevde 2 hezar 629 lîre fatura hatiye birîn.Ez karker im .Telefona ku min bikarneaniye ez ê çawa faturaya wê bidim.”

Kiliç di dawiya axavtina xwe de ji rayedaran arîakrî teleb kir da ku mexdûrîyeta wî bê çareserkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir