• DOLAR 32.549
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2424.423
  • ...
Li Stenbolê dê 'Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê' bên axivîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha lêpirsînên ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hatibûn vekirin de bi hezaran endamên darazê yên ku bi FETO re têkîldarbûn ji  peywirê hatibûn dûrxistin  û bi sedan ji van jî hatibûn girtin.Ew mexdûriyetên ku bi kumpas û komployên van kesên ku hatine girtin derketine holê hêj li benda çareseriyê ne.Di vê bergeha van mezlûmiyet û mexdûriyetan de bernameyên cûrbecûr tên tertîpkirin.

Ji ber vê minasebetê dê ji teref Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve roja çarşemê li Navenda Çand a Zetînburnuyê  di seat 20.00an de paneleke bi navê ‘Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê’ bê tertîpkirin.

Panela ku dê bê tertîpkirin ji du beşan pêk tê.Kesên bi navê Esra Elonu, Nuray Canan Bezîrgan, Buket Duvencî, Semîha Demîr, Arzu Erdogral, Ridvan Kaya, Yakup Kose, Nevzat Çîçek, Murat Sadak, Kaya Kartal û Mahmut Kar axavtin bikin.

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk di derbarê panela ku dê bê tertîpkirin de wiha axivî: “ Em dixwazin bi vê panela ku dê em ê tertîb bikin balan bikşînin mexdûriyetên ku endamên darazê yên FETO û 28ê Sibatê ji wan re bûne sedem.Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bi hezaran kes ji peywirê hatin dûrxistin.Hinek ji wan hatin girtin.Mexdûriyetên ku dozger û hakim  ji wan re bûne sedem  hene.Her wiha bi sedan mehkûmên xwediyê nasnameya Îslamî  yên  bi kumpasên van endamên darazê hatine girtin hene ku ev endamên darazê ji endambûna terorê hatin girtin.Êdî eşkere ye ku ev mexdûriyet bi kumpas û komployan hatine kirin.Lê belê hêj di warê van mexdûriyetan de tu gav nehatine avêtin.A niha di serî de ji Wezareta Edaletê û her wiha ji hikûmetê tê hêvîkirin ku ev mexdûriyet bên çareserkirin.Hêviyên xanim û zarokên wan kesên di girtîgehê de hene ku dixwazin ev mexdûriyet bên çareserkirin.”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir wîjdana civakî dest bi hereketê kiriye lê hêj merciyên rayedar tu gav neavêtine.Elîbuyuk dû re wiha pê de çû: “Ka lê binêrin, ew kesên ku ji Balyoz û Ergenekon cezaya giran xwaribûn ji wan re gotin ku mexdûrên FETO ne û hatin berdan.Digel vê hatin taltîfkirin û bi milyonan lîre tazminat dan wan.Lê ew mehkûmên ku ji teref 28ê Sibatê û FETO ve hatin mexdûrkirin hêj di girtîgehan de ne.Pêwîst e hiqûq ji bo hemû kesî wek hev be.Pêwîst e edalet ji bo hemû kesî bê xebitandin.Ew mexdûriyetên ku heta îro pêk hatine demildest divê bên çareserkirin.”

Elîbuyuk di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir wan ji bo roja çarşemê xelkê vexwandine bernamê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir