• DOLAR 32.535
  • EURO 34.696
  • ALTIN 2491.72
  • ...
Ji ber ku dê malên wan bên xerakirin gundîyan bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîştecihên gundê Çîmenên Yenîşehîra Diyarbekirê di derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku peyderpey nifûsa gund zêde bûye  wan mecbûr mane ku li ser çergehê jî xanîyan ava bikin, lê ji ber ku tê diyarkirin li ser çergehê avakirina xanîyan qedexeye dê malên wan bên xerakirin.Ji ber xerakirina malan, gundîyan daxwaz kirin ku ev qerara xerakirinê bê betalkirin.

Ahmet Çîmenê ku ji nîştecihên gund e di derbarê mijarê de destnîşan kir ji Osmaniyan vir ve  ev arazî ji teref bav û kalên wan ve tên bikaranîn û ev arazî tev bi tapu ne.

“Digel zêdebûna nifûsê me li ser araziyên xwe malan înşa kir”

Çîmen di berdewama axavtina xwe de wiha destnîşan kir : “Digel zêdebûna nifûsê me li ser araziyên xwe malan înşa kir.Li temamê gundên Tirkiyê ev rewş wisa ye.Me li ser axên xwe malên xwe ava kiriye, ev bi salane ku em li vê derê dijîn.Em bacên xwe jî didin.Çi zirara me gihaştiye kesekî/ê.Ma Xweda dê vê qebûl bike.”

 “Çergeh û gund ên me ne, hikûmet çi ji me dixwaze?”

Gundiyê bi navê Şêxmûz Çîmen jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Gelo çi bû ku a niha hewil didin malên me xera bikin.Ji me dixwazin ku em malên xwe terk bikin.Em wek gundîyan   heqê tu kesî nexwariye û me  dest dirêjî malê tu kesî nekiriye.Dewlet çi ji me dixwaze?Ger tu bibêjî çergeh ji xwe ya me ye û heywan jî yên me ne.Çergeh a me ye, me malên xwe li ser çergehên xwe ava kiriye, çi bûye?Çergeh a me ye, gund a me ye.Hikûmet çi ji me dixwaze?”

“Çi ferqa me ji Sûriyeyan heye?”

Kesê bi navê Muslîm Çîmen jî  diyar kir ew bi salane ku li ser heman axan dijîn û wiha pê de çû: “Gundên derdorê tev li ser çergehan malên xwe ava kirine.Dewlet çi ji me dixwaze? Çergeh jî heywan jî ên me ne.Ji me dixwazin em malên xwe terk bikin.Di vê rewşê de çi ferqa me ji Sûriyeyiyan dimîne?Ew ê malên me di ser serê me de xera bikin.Ev yek bi destûra qeymeqam û walîtiyê tên kirin.”

Mehmet Nûr Çîmen jî destnîşan kir îxtîmal e ku di dema topkirina araziyan de tevlîheviyek derketibe û dû re ji rayedaran teleb kir da ku vê qerarê bidin sekinandin û bila pêşiya mexdûriyetên ku dê pêk bên bila bê girtin.

Rayedarên qeymeqamtiyê: Ji ber ku li dijî mewzuatê ye ev qerar  hat girtin

ÎLKHA di derbarê mijarê de bi rayedarên qeymeqamtiyê re axivî, rayedar destnîşan kirin li ser çergehê avakirina avahiyan li dijî mewzuatê ye û wiha pê de çûn: “Ji ber ku gundîyan malên xwe li ser çergehê ava kirine Komîsyona Çergehê vê qerarê standiye.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir