• DOLAR 32.598
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2497.065
  • ...
 "Emrîka ne ji me re ji mal û milkê me re dost e!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew şerên wekaletê yên Emrîkaya ku pêşengê fikra emperyalîst e di temamê tarîxê de bûye sedem ku bi milyonan însan bimrin û bi milyonan însan jî bibin koçber.DYEya ku bi parçebûna milletan, bi asîmîlebûna çandî, bi pevçûna sosyolojîk xwe xwedî dike û mezin dibe  nexasim di van 10 salên dawî  de li cografyaya Îslamê  bi destên hevkarên xwe yên mehelî şerên ku dê felaket û bobelatê li ser serê xelkê heremê de bînin îcra dike.

‘Gaziyên Korê’ yên ku şahidên şerê berî vê 66 salan   li Asyayê ya ku ji teref bloka Rojhilat û Xerbê ve hat kirin bûbûn şahid  daxwazkirin serpêhatiyên bi êş û elem ên ku di rabirdûyê de pêk hatine neyên jibîrkirin  û destnîşan kirin ‘Di serî de DYE û Rûsya û bi heman awayî dagirkerên din tenê heval û dostê wan axên ku  çav berdane wan in, pêwîst e  mirov nebe perçeyekî wan şerên ku ji teref wan ve tên organîzekirin.”

Ji ‘Gaziyên Qorê’ yên bi navê Mihemet Çavunmîrza(90) û Maruf Katmiş  ji bo êş û elemên ku hatine kişandin cardin neyên kişandin û tehmkirin  çîrokên bi îbret ên dema şer ji ÎLKHAyê re anîn zimên.

 “Ji bo şerê Qorê ji me leşker dixwazin, ger ku di nav we de dildar hebin dê li wê derê meaş jî bidin wan"

Mihemed Çavunmîrzayê ku li gundê Dîrekliya Çewlîgê îqamet dike destnîşan kir wî bi zorê birine herbê  û gelek hevalên wî yên ku bi hev re çûbûn cardin venegeriyane  û li wê derê jiyana xwe ji dest dane. Çavunmîrza dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di sala 1930an ez çûm eskeriyê, pêşî ez çûm Dîlokê.Nêzî 6 mehan li wê derê perwerde dan min. Ji bo şerê Qorê ji me leşker dixwazin, ger ku di nav we de dildar hebin dê li wê derê 150 lîre meaş jî bidin wan.’Ji nav me tu kesê dildar derneket.Ji ber vê sedemê ji koma yekemîn  heta koma duwezdemîn me tevan kom kirin. Gotin ku ew ê ji bo eskerên ku dê biçin Qorê pişk bavêjin.Ez jî di boluka şeşemîn de dimam.Li ser kaxizan nivîsandin û xistin nava kum.Serpelê me ji min re got ku kaxizekê bikşîne, min jî kaxiz kişand.Min kaxiz da serpelî û wî jî vekir.Di kaxizê de navê min derket.Wê demê kesên ku dê çûbana Qorê li Enqerê kom dibûn.Ez jî çûm Enqerê.”

Eskeran bi keştiyan ji Bendera Îskenderunê birin Qorê

Çavunmîrza di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ‘Em ji Îskendurê bi keştiyan çûn Qorê’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li vê derê 5 rojan man.Ji bo me bibe Qorê keştiya Emrîkayê hat Îskendurunê.7 qetî bû.Digel siwîl û eskeran em di keştiyê de bûn.Hezar û 800 kesên ku bi tertîba 1930an bûn  di keştiyê de hebûn. Beriya me yên bi tertîba 1929an çûbûn.Em piştî wan çûn.”

 “Kesên ku sax man vegeriyan û yên mirî ji xwe miribûn”

Çavunmîrza di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew nêzî mehekê rêwitiyeke bi zehmet borandine û dûre gihaştine Hîndîstanê  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li Hîndîstanê bêhna xwe veda, me xureka xwe hilgirt û em cardin ketin rê.Di rê de bahoz hebû, rêwitiyeke bi zehmet bû.Çawa ku em gihaştine Qorê bi jîpan me birin cebhê. Eskeriya wan eskerên ku beriya me hatibûn xilas bûbû, em hatin şûna wan.Elbet ji wan yên ku sax mabûn vegeriyan, yên ku mirin ji xwe miribûn.Xweda cardin şer neke nesîbê me.Me gelek zehmetî kişand.Dema ku em vegeriyan ji hezar û 800 kesî 600 kes venegeriya.Gotin ku hinek ji wan êsîr ketine, hinek ji wan birîndar in û hinek ji wan jî mirine.”

 “Em bi dildarî neçûn, Celal Bayarêku  Serokwezîrê wê demê bû me şand”

Çavunmîrza destnîşan kir ew nêzî salekê li Qorê mana û wiha pê de çû: “Eskerên ku berî me çûbûn zêdetir zehmet kişandin.Ji wan zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan.Ez rasterast neketim herbê.Di boluka qerargahê ya tugayê de min bi wesayîtan malzeme dikşand cebhê.Em bi dilê xwe neçûn şer, Celal Bayarê Serokwezîrê wê demê me şand.Ji NATO re bûn endam û gotin ev dewletên ku bûne endam dê arîakriya hev bikin.Em ji bo wê yekê çûn.”

“Em ji bo namûs, şerîat û Îslamê neçûn Qorê”

Çavunmîrza di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir wanan belesebeb û ji bo tişteke lê ne hêja birine Qorê  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji bo namûs, şerîat û Îslamê neçûn Qorê.Ew der ne axa Tirkiyê bû.Me belesebeb şandin wê derê.Di vî şerî de gelek esker mirin.Gelek ciwan jiyana xwe ji dest dan.Tu kes bawer nedikir ku cardin ji wê derê vegere.Hisaba mirinê li wê derê dikirin.Wellah û billah ez bi dilê xwe neçûm wê derê.Pişk kişandin û ji min re derket, ez jî ji mecbûrî çûm.”

 “Ez bi dilê xwe çûm Qorê”

Maruf Katmişê ku li gundê Xerîba Çewlîgê dijî û di sala 1930an de  bi dilê xwe çûye Qorê jî destnîşan kir  a niha dîsa gazî  wî bikin dê ew qetîyen neçe.Katmiş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min li Xarpêtê dest bi eskeriyê kir.Dû re emir hat ku dê esker bên şandin Qorê.Tu kes nizanibû Qore li kû derê ye.Qomutanê tugayê me kom kir û ji me pirsî ka kî dê biçe Qorê.Min jî got ku ez ê bi dilê xwe biçim Qorê.Qomutan ji min pirsî ‘tu dizanî li Qorê çi heye çi nîne?’ Min jî got ku çi hebe bile hebe ez ê biçim.Dû re qomutanê me got ‘Kesên mîna vî hebin bila derkevin pêş.’ Piştî vê gotinê komek esker bi dilê xwe derkete pêş.Dû re me şandin Diyarbekirê.Piştî bêjandina ku li vê derê hat kirin kesên ku dê biçin Qorê şandin Enqerê.Me wek yekîneya topavêjan şandin.”

 “13 mehan bi şev û roj li cebheya Qorê min şer kir”

Katmiş di berdewama axavtina xwe de wisa qala cebhê kir: “Fermandarekî me hebû navê wî Tahsîn Yazicî bû. Ji me re got ‘Ez ji bo herbê hatim vê derê, ne ji bo vegerê’ û berê me da cebhê.Min bi şev û roj 13 mehan li cebhê herb kir.Me li Mançuryayê bi Çîniyan re herb dikir.Artêşa Emrîka xwest ku em bi paş ve vebikişin.Çîniyan di ser me de girtin.Ji bilî rexekî derdora me girtin.Ger ku ew rex jî hatibana girtin dê ji tugaya Tirkan tu kes xelas nebûba.Dû re me mecbûr man ku vebikişin”

 “Nîşane dan eskerên Tirkiyê ye!”

Katmiş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Çîn li terefa Qoreya Bakur li dijî Qoreya Başur şer dikir û dû re wiha pê de çû: “Wê çaxê nifûsa Tirkiyê 12 milyon bû.Me li Mançuryayê li dijî Çîniyan zayiateke mezin da.Ji zêdetirî hezar eskerê Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan.Em wek tertîp 600 kes çûn wê derê.Ev cebhe ya Tirkan bû.Cebheya temamê eskerên ku li Qorê şer dikirin cûda bû.Li wê derê herî zêde eskerên Tirkiyê li ber xwe dan.Ji ber wê yekê  nîşane dan eskerên Tirkiyê.Ji eskerên me hezar û 300 esker şehîd bûn.”

 “Xwarina me , vexwarina me û çekên em tev Emrîka dida me”

Katmiş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku Tirkiye wê çaxê endamê NATOyê bû ew çûne Qorê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li peymanê ger ku tiştek biqewime dê ji hev re arîkarî bikin.Bi ya min em ji bo Xwedê neçûn wê derê, Xweda heye ew der ne axên me bûn.Eskerên Tirkiyê bi ser ketin, lê Emrîka navdar bû. Xwarina me , vexwarina me û çekên em tev Emrîka dida me.Însanên ku dimirin ne xema tu kesî bûn.Hemû kes li menfeata xwe dinihêrt.Lê em belesebeb li wê derê bûn.”

 “Emrîka ne ji me re ji mal, milk û axa me re dost e!”

Katmiş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir nêzî 3-4 mehan potînên wan ji piyên wan derneketine û wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “Bi şev û roj me li cebhê şer dikir.Emrîka ji bo me ne dost e. “Emrîka ne ji me re ji mal, milk û axa me re dost e!Emrîka tu car ji Mislimanan hez nake.Min 12 mehan li wê derê şer kir.Ji ber ku min di şer de fedakarî nîşan da ji bo demekê min şandin Japonyayê.Ez 16 rojan li wê derê mam.Min gelek bajarên Japonyayê geriyam.Me di herbê de li rasta gelek zehmetî û êşan hat.Me bi dilê xwe çû, lê em mehf bûn.Kesên ku bêdilê xwe çûn jî hebûn.Wê demê ez bi dilê xwe çûm, lê a niha bibe ez naçim.Kî diçe bile biçe.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir