"Îstîsmarkirina bedena zarokan îflaskirina însanetiyê ye"
Serokê Karên Diyanetê di peyama ku ji ber Roja Mafên Zarokan weşandibû de destnîşan kir îstîsmara beden û dahatûya zarokan îflaskirina însanetiyê ye.
Ji ber minasebeta Roja Mafên Zarokên Cîhanê ji teref Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez ve peyamek hat weşandin.Di peyama ku hat weşandin de hat ragihandin ‘Îstîsmarkirina dahatû, beden û keda zarokan xala herî dawî ya teessuh û îflasa însanetîyê ye.”
Gormez di berdewama peyama ku weşand de destnîşan kir mehfkirina jiyana zarokekî/ê mehfkirina dahatûyê ye û dû re wiha domand: “Hest û ramanên zarokan bi qedr û qiymet û can û bedena wan jî destnedayîn e.Di dorhêleke bi hizûr, ewlehî û bi tendurîstî de mezinbûn heqê tabîî ya xuliqandina wan e. Îstîsmarkirina dahatû, beden û keda zarokan xala herî dawî ya teessuh û îflasa însanetîyê ye.Îstîsmarkirina zarokan sûceke wisa giran e ku hisabê vê yekê him li ba Xweda û him jî li ba însanetîyê nayê dayîn.Bi her cûr îhmal û îstîsmarkirinê re mucadelekirin wezîfeyeke hiqûqî û însanî ye.”
Gormez di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir pêwîst e zarok weke ku emaneta Xweda bin bên mihafezekirin û wiha pê de çû: “Tu zarokên qîz bêyî riza wê, berî li ser xwe girtina taybetiyên dayîktiyê û berî ku mana hevserbûnê fêm bike nikare bê zewicandin.Tu zarok ji bo xirs, hêz, îqtîdar û ji bo kişandina bar û şidetê şer nikare bê mexdûr û mezlûm kirin.Ew zarokên ku ji Xweda ji me re emanet in pêwîst e xwedî li wan bê derketin da ku di bin barên hestî û bedenî de neyên eciqandin.Însanetî heta ku ji bo zarokan başî û qenciyê nefikire, wan ji ser temamê menfeatên dinyayê negire û bi çavê xelîfebûna bi qedr û qiymet a erzê li zarokan nenêre qet îflah nabe.”(ÎLKHA)