• DOLAR 32.514
  • EURO 34.619
  • ALTIN 2500.722
  • ...
"Gelo can girîng e an ocaxa madenê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xizmên karkerên ku di encama hezaza li navçeya Şêrwana Sêrtê pêk hatibû de man binê hezazê bal kişandin ser îxmalkariyên ku hatine kirin.

Xizmên karkerên ku di encama hezaza li navçeya Şêrwana Sêrtê pêk hatibû de man binê hezazê ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan bal kişand ser îxmalkariyên ku hatine kirin.

Aydin Batumak diyar kir ku biraziyê wî di bin hezazê de maye. Batumak di nav şîn û girînê de qala îxmalkariyên ku hatine kirin kir. Batumak destnîşan kir ku biraziyê wî 3 meh e li wir dixebite. Dûvre Batumak wiha li axavtina xwe kir: “10 roj berê diyar kiribûn ku derên derizî heye. Lê çûne ciyê derizandinê bi kepçê asê kirine. Ji bo ku ax ocaxê negire û kes di derbarê vê yekê de neaxive asê kirine. Lê tişteke wiha çêbûye. Ev 3 roje ku xebatek baş çêbebûye. Piştî bûyerê ez doh ji Stenbol hatim. Me dît ku jorê bes kepçeke dixebite.”

“Canê însanê ev qas erzan nîne”

Batumak diyar kir ji ber ku wan zextê daniye ser rêvebiran hinek xebatên xwe zêde kirine. Dûvre Batumak wiha diyar kir: “Çima bes kepçekî dixebite? Çima axê narêjin jêr û bi qamyonan dikêşin? Bes ji bo ku ocaxê asê nekin? Me bi midûrê qelema taybet ê qeymeqam re nîqaş kir. Dûvre bû 4-5 kepçe. Vê axê bi xebateke 1 mehê nikarin bikêşin. Li jêr ocax heye. Lê can girînge yan ocax? Canê însanê ev qas erzan nîne lê ev hewl didin erzan bikin.”

Dûvre Batûmak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelo ev qas ax bi qîmet e? Hevalên kesên ku di bin hezazê de mane dixwazin ku wek dildar bi kepçen xwe beşdarê xebatê bibin. Ew diyar dikin ku dizanin di kîjan beşa hezazê de ne. Lê tu kesî muxatap nabe. Rêvebir jî dibêjin; ‘em dizanin, em mihendis in.’ Tu çi dizanî? Ev însan li vir xebitîne. Vê derê çêtir dizanin.”

Kazim Cellen diyar kir ku di bin hezazê de 2 xwarziyên wî yên bi navê Bedrettîn Ceyla û Kerem Arat hene. Dûvre Cellen wiha qala îxmalkariya fîrmayê kir: “Ev 4 sal û nîv e ku ez jî li vir wek ajovanê minîbusê dixebitim. Ev 4 sal û nîv e ku ewlehiya kar a vê derê çênebûye. Karkeran çendîn bar diyar kirine ku di ocaxê de derz heye lê qet pêşgirî nehatiye girtin. Em ji van gilîdar in. Heke ewlehiya kar hebûya dê ev qas însan di bin erdê de nemaniya.”

 “Karkerekî ji ber derzê ji îş derketiye”

Abdulmenaf Ceyla diyar ku ew 2 roj e bendewar in ku cesedê biraziyê wî yê Bedrettîn Ceyla ji bin hezazê derkeve. Dûvre Ceyla wiha pê de çû: “Tiştên ku me bihîstiye li ocaxê berê derz çêbûye. Karkeran diyar kirine ku dê hezaz çêbe. Dema ku hezaz çêbû em hatin vir hê xeteriya hezazê hebû. Çen carekî jî hezaz çêbû. Karkerekî ji ber derzê ji îş derketiye.” (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir