• DOLAR 32.369
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.405
  • ...
Ji hezazê cesedekî din jî hat derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku ji 11 cesedên ku ku di bin hezaza li navçeya Şêrwana Sêrtê de mabû ceseda Sedat Bulut jî hatiye derxistin.

Hat ragihandin ku cesedê Bulutî ji bo otopsiyê şandine mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Bi termê Bulutî re ev 6 cesed ku ji bin hêzazê hatine derxistin.

Berê cesedên Murat Ant, Reşît Can, Abdulbakî Aydın, Alî Sonmezsoy û Şefîk Tuncerî hatibû derxistin. Hat ragihandin ku xebatên hawîrdora hezazê bê navber didome. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir