• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Dawî li kelecana KPSSê hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

KPSSya ku ji bû mezûnên hevotina navend di saet 10.00an de dest pê kiribû di saet 12.00an de dawî lê hat. Îmtîhan ji dû beşan bi tevahî 120 pirsan pêk hat. Xwendekarên ku ji îmtîhanê derketin hest û ramanên xwe anî ziman.

Xwendekarên ku beşdarê îmtîhanê bûbûn pirsên îmtîhanê nirxandin. Hat ragihandin ku pirsên herî balkêş yên di derbarê Omer Halîs Demîrê ku di hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de ji teref Tuggeneral Semîh Terzî ve ji serê xwe ve hat lêdan û pirsa OHALê bûye.

“Pirsa OHALê bala min kişand”

Ji xwendekaran Sabrî Can diyar kir sedema beşdarbûna zêde ya îsal ew e ku par jimara kesên ku hatine tayînkirin hindik bûye. Dûvre Can wiha diyar kir: “Dersê dîrokê ya min baş nebû. Min matematîkê baş çêkir. Pirsa OHALê bala min kişand. Di pirsê de hatibû diyarkirin ku dê çend meheke jî were dirêjkirin.”

“Wext teng pirs jî zor bûn”

Meltem Ençê ku 2 saet di îmtîhanê de xûdan rêt wiha diyar kir: “Min matematîkê çênekir. Wext tunebû. Pirsên zor jî hebûn. Yên hêsan jî. Wext teng pirs jî zor bûn.”

Devran Tay diyar kir ku ev cara yekem e ew beşdarê îmtîhanê bûye. Dûvre Tay wiha axivî: “Pir zehmet nebû. Dema ku mirov bixebitiya dikariya çêkira. Pirsên herî rahet yên Tirkî bûn. Pirsên Tarîx û Coxrafya hinek zehmet bû.”

Kemal Înce wiha destnîşan kir: “Îmtîhan baş derbas bû. Îmtîhan zor bû lê baş bû. Pirsa di derbarê Halîs Demîr de bala min kişand. Pirsên çanda giştî gor min pir zehmet bû. Tirkî baş bû. Min eciband. Înşaellah dê baş bibe.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir