• DOLAR 32.384
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2325.72
  • ...
Dewlet rê girt! Gundî mexdûr bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bedlîsê bûyereke şaşomaşo çêbûye. Gundiyan diyar kirin bi hinceta ku qeçaxvanî tê kirin rêya gundê wan hatiye girtin. Wan destnîşan kirin ku ew nizanin çima ev yek tê kirin. Ji ber vê yekê ew diyar dikin divê ku demildest dev ji vê çewtiyê were berdan.

Rêya Gundê Xaçûkana girêdayê navenda Bedlîsê bi hinceta ku karê qeçaxvantiyê tê kirin hat girtin. Nişteciyên ku mexdûriyetên xwe anîn ziman diyar kirin ku asêkirina rêya gund wan a ku bi hineceta ji ber karê qeçaxvantiyê hatiye girtin wek gundî wan mexdûr kiriye. Ev muemeleya ku bi binasiya qeçaxvantiyê tê kirin çewt e. Ji ber vê yekê divê ku demildest dec ji vê yekê were berdan.

Gundiyên ku ragihandin wan wek gundî çendîn caran ji bo ku rêya wan were vekirin wek devkî û nivîskî ji walîtiyê re pisgirêkê diyar kirine. Lê encameke baş bidest nexistine. Gundiyekî ya ku parêzvanê ewlehiyê ye ji leşkerekî yê ku bi kepçe hatiye ku rê asê bike re gotiye ev muemele xerab e. Lê ew hatiye derbkirin û dûvre jî gazî wî kirine û çeka wî jê sitandine.

Piştî ku rêya gund hatiye asêkirin xwendekarên ku bi serwîsan diçin dibistanê û nexweşên wan ên diyalîzê mexdûr bûne.

Farîs Gokçurê ji nişteciyên gund diyar kir ku nexweşên wan hene. Ji ber vê yekê divê ku her tim biçe nexweşxanê û were. Gokçur diyar kir heke ku tişteke bê serê nexweşên wan ji vê yekê dewlet berpirsyar e.

“Em nikarin nexweşên xwe bibin nexweşxanê”

Gokçur diyar kir ku digel hewldanê wan mixatab nedîtine. Dûvre Gokçur wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di bin navê tekoşîna bi qeçaxvanan re de ev 2 meh e ku rêya gundê me ji teref dewletê ve hatiye girtin. Jina min nexweşê qelbê ye. Ez mecbûrim ji bo ku ew têkeve diyalîzê wê 15 roj careke bibim nexweşxanê. Lê ji ber ku rêya me asê ye ez nikarim bibim nexweşxanê. Min çend car daxwazname da rêvebiran. Hevdîtina me ya bi waliyê me re nayê qebûlkirin. Me him şîfahen him jî wek daxwazname ji parlementerê me re ragihand. Tê gotin ku dê were çêkirin lê eleqedarî lê nayê kirin. Rêya me ya ku ji îstîqameta Seyîtavayê tê 2 kîlometre ji rê dûr e. Ev rêya me hat girtin. Rêya Bedlîs-Diyarbekirê jî 8 kîlometre dûr e. Ev rê jî bi kepçan hat xerakirin. Rastî jî em pir mexdûr in.”

“Em bi bêr û tevran vedikin dewlet bi kepçan digire”

Medenî Gokçur jî wiha ragihand: “Wekê ku hûn dibînin rêya gundê me ji teref dewletê ve bi binasiya tekoşîna bi qeçaxvanan re hatiye asêkirin. Ev yek qeçaxvanan mexdûr nekiriye me mexdûr kiriye. Qeçaxvan bi her wechê karên xwe dikin. Lê em nikarin nexweşên xwe yên pêwîst e ku biçin nexweşxanê bibin nexweşxanê. Çendîn bar di serî de walîtî me serîlêdan kir da ku em bi rêvebiran re hevdîtin bikin. Lê me tiştekî bidest nexist. Heke we rêya me ya ji îstîqameta Seyîtavayê asê kiribe qe nebe rêya di îstîqameta Bedlîs-Diyarbekirê vekin. Digel hewldanên me tu kes nabe mixatabê me. Hertim Serokkomar û Serokwezîrê me dibêjin me qiweta xwe ji gel hilgirtiye. Lê mixabin wek milet em mixatab ji xwe re nabînin. Niha her du rêyên me girtî ne. Em bi derfetên xwe rêya di îstîqameta Bedlîs-Diyarbekirê bi bêr û teviran vedikin. Ew bi kepçan dûbare digirin.  Zivistan hat. Ji ber ku rêya me girtî ye me qet amadehî nekiriye. Heke berfeke zêde bibare dê em nexweşên xwe çawa bibin nexweşxanê. Em ji rêvebiran alîkarî dixwazin.”

“Ji ber ku rêya gund hatiye girtin ez nikarim zarokên xwe bibim dibistanê”

Bulent Gorguluyê ku ji ber rêya wan a gund girtiye nikare 3 zarokên xwe bişîne dibistanê destnîşan kir bila mexdûriyeta gund were çareserkirin û ji bo ku zarokên wî ji biçin dibistanê bila rê were vekirin.

Dûvre Guçlu wiha axivî: “3 zarokên min hene. Min par wan bi derfetên xwe dibir û tanî. Îsal ji bo ku zarkên min ji perwerdehiya barkêşiyê fayde bibîne min serîlêdan li Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr kir. Wan diyar kirin ku dê em ji perwerdehiya barkêşiyê sûdê bigirin. Niha ji ber ku rêya me asê ye serwîs nayê gund. Ez jî nikarim zarokên xwe bidim xwendin. Niha ez çi bikim? Ez aboriya xwe bi heywandariyê temîn dikim. Heke ez mala xwe bibim navenda bajêr dê çawa aboriya xwe temîn bikim? Wê çaxê ez êdî nikarim li zarokên xwe binêrim. Nikarim nefeqa xwe temîn bikim. Niha em hatine mexdûrkirin. Zarokên me ji mafê xwendinê hatine mehrûmkirin.”

 “Rê tunebe dê ez li gund çi bikim?”

Îsmaîl Gokçur diyar kir ji ber ku rêya gundê wan girtî ye nikare ji heywanên xwe re debar bistîne. Dûvre Gokçur wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji 2 mehan have bi binasiya tekoşîna bi qeçaxvanan re rêya gundê me girtî ye. Me çend caran mexdûriyeta xwe anî ziman. Ji ber ku wesayît nayê gund em îhtiyaciya xwe li ser milê xwe an jî bi heywanan temîn dikin. Dema ku nexweşên me çêdibin em mecbûr dimînin çendîn saet rê dimeşin. Ji ber ku rê tune em hewl didin da ku neçin nexweşxanê. Min gelemperê heywanên xwe firot. Ez mecbûr mame ku heywanên xwe yên din jî bifroşim da ku ji gund derkevim. Dema ku rê tunebe dê ez li gund çi bikim? Ez mecbûr im derkevim.”

Parêzvanê ewlehiyê bi qontaxê hat derbkirin, çeka wî jê hat sitandin

M. Emîn Gorgulu diyar kir ji ber ku wan mafê xwe parastine ew hatiye derbkirin û wî ji wezîfa wî derxistine. Dûvre Gorgulu wiha diyar kir: “Ez jî parêzvanê ewlehiyê me. Xeber hat ku leşker û parêzvan hatine ku rê asê bikin. Ez bi gundiyan re çûm ciyê ku rê hatiye asêkirin. Min li wir ji kesekî payedar re qala rewşê kir. Min hewl da ku ez diyar bikim dema ku aliyeke rê asêye. Qe nebe bila aliyê din were vekirin. Lê bertekek tûnd dan min. Bi qontaxa çekî him min û hiê jî birê min derb kirin. Dûvre ji navend gazî min kirin. Çeka min ji min sitandin û dawî li wezîfa min anîn. Dê niha em xwe çawa biparêzin? Ev yek ji min û gundiyên min re heqaret e.” (ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir