KPSS dest pê kir
KPSSya ku îsla wek rekor 3 milyon 500 hezar namzet serî lêdabûn di saet 10.00an de dest pê kir.
Îmtîhana Hilbijartina Personelên Qamuyê (KPSS) ya mezûnên hevotina navend a ku 3 milyon 500 hezar namzet serî lêdabûn di saet 10.00an de dest pê kir.
Ji bo serîlêdana heman îmtîhana ku 2 sal berê ji teref OSYMyê ve hat lidarxistin Miltonek û 828 hezar kes serî lêdabûn. Îsal dihat gumankirin ku 2 milyon kes serî li îmtîhanê bidin lê 3 milyon 498 hezar û 335 kes sêrî lê dan.
Îmtîhana ku dê 120 deqîqe bidome di saet 10.00an de dest pê kir. Di îmtîhanê de dê 60 pirs ji çanda giştî û 60 pirs jî ji qabîliyeta giştî tê pirsîn. (ÎLKHA)