• DOLAR 32.561
  • EURO 34.945
  • ALTIN 2431.638
  • ...
Em bang li hemî însanan dikin:Em mezlûm in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mislimanên Arakanî ya ku dûçarê zilma wehşiyane ya Dewleta Myanmara Budsît dibin û tên qetilkirin ji teref hêzên navneteweyî vê nayê dîtin.

Mislimanên Arakanî (Rohîngyali) ji Budîstên wehşî yên ku zarok, pîrek, kal û pîr nabêjin wan hemî ji berê ve qetil dikin re bertek nîşan dan. Mislimanan destnîşan kirin ku ew bang li hemî însanan dikin da ku mezlûmiyet û belengaziya wan were dîtin.

Gor agahiyên ku ÎLKHA ji çavkaniyên mehelî dîmenên nû bidest xistiye ji ber ku pir wehşiyane ne mirov nikare biweşîne jî. Her wiha gor wîdyoyeke ku bi telefonek hatiye qeydkirin Mislimanekî Arakanî diaxive. Misliman wiha destnîşan dike: “Ez bang li hemî însanan dikim. Em mezlûm in.” da ku dengê xwe bide bihîstin.

“Dewleta Burmaya Budîst (Myanmar) û leşkerên wê teror in”

Mislimanê ku dûçarê zûlma barbar û wehşiyane ya dewleta Budîst bûye diyar dike ku ew wehşiyane tên qetilkirin. Dûvre wiha diyar dike: “Ez bang li hemî dinyayê dikim. Ez ji hemî kesên li vir re dibêjim. Em teror nînin. Li vir her kes birîndar e. Hemî dûçarê zûlmê bûne. Ev însan teror nînin. Terora eslî Dewleta Burmaya (Myanmar) Budîst û leşkerên wê ne. Lê mêze bikin çawa wehşiyane li me dixin. Bibînin. Laîlahe Îllalah, Allah-u Ekber.”

“Em kesên mezlûm û yên dûçarê zûlmê bûne ne”

Mislimanê ku destnîşan dike ji bo ku werin dermankirin niyazmendê derman û tixtoran in. Dûvre wiha pê de diçe: “Em kesên mezlûm û yên dûçarê zûlmê bûne ne. Tixtoreke ya ku dê me derman û tedawî bike jî tune. Ez bang li hemî Mislimanan dikim. Ez dixwazim ku hemî însan dengê me bibîhîzin. Tixtor bişînin Arakanê. Van zûlm li me kirin. Li me xistin û me qetil kirin. Werin li rewla me binêrin. Bes e êdî.”

Mislimanên Arakanê tên tecrîdkirin

Leşker û çeteyên dewleta Budîst him zûlmên xwe yên wehşiyane pêk tînin û him jî wek Misliman tên tecrîtkirin. Gor agahoyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine bidestxistin rêvebiriya Myanmarê, li Gundê Çalîpara Herêma Maungdava Bakûrê êrîş lidar xistiye. Di encama êrîşê de bi sedan însan qetil kiriye û bi sedan jî mal şewitandiye.

Hikûmeta Bangladeşê ji Arakaniyên ku ji qetlîaman direvin re sînoran girt

Hinek Mislimanên ku li ber zûlm û wehşeta hikûmeta Myanmarê nadin hewl didin ku ji herêm birevin. Ji ber ku dûçarê zûlmê bûne bi sedan Arakanî çûne sînorê. Hat ragihandin ku ev kes li ber sînorê mane sekinandin. Hat destnîşan kirin ku Hikûmeta Bangladeşê sînorê asê kiriye û çendîn zarok û pîrek li ber hewaya serma sekinandî mane.

Ji ber ku ji dinê ji vê helwesta wehşiyane ya li dijî Mislimanên Rohyîngyayî tê kirin re bertek nayê nîşandan Hikûmeta Myanmarê zûlmên xwe didomîne. Mislimanên Arakanî ji bo ku dawî li vê zûlmê were hêvîdar in ku alema Îslamê piştgirî bidin wan.

Li welatên ku cîranê Myanmarê ne jî heman zûlm tên kirin

Li Başûra Asyayê, Myanmara li Tengava Bengalê zûlmên ku Misliman dûçar dibin li welatên ku cîranê Myanmarê ne wekê derên Bangladeş, Çîna komînîst, Laosa sosyalîst û Taylanda Budîst jî heman zûlm tên kirin.

Hikûmeta Bangladeş ya ku zûlm li Cemaeta Îslamî dike; Çîna komînîst a ku li Turkistana Rojhilatê; rêveberiya Taylanda Budîst jî zulm li Mislimanên Pataniyê dike. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir