• DOLAR 32.569
  • EURO 34.722
  • ALTIN 2410.534
  • ...
"Bila neyê fikirîn ku dê ev yek were bincilkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay li navçeya Şêrwana Sêrtê li qada bûyerê de tehqîqat kir. Aktay destnîşan kir ku dê xebat bê navber bidome. Di rewşeke îxmalkariyê de bila neyê fikirîn ku dê ev yek were bincilkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay li navçeya Şêrwana Sêrtê li qada bûyerê de tehqîqat kir. Aktay meseya qrîzê ya AFADê ziyaret kir. Li vir di derheqê xebatan de agahî hilgirt.

Aktay diyar kir ku nêzî milyonek mêtrekûp ax cî guhertiye. Piştî ku Aktay diyar kir ku cinazê 4 kesan hatiye derxistin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji doh pê ve wekê ku hûn dizanin di nabeyna saet 08.30 û 09.00an de ev hedîsa elîm pêk hat. 16 kaker di bin hezazê de ma. Heta niha cesedên 4 kesan hatiye dîtin. Tê texmînkirin ku hêj 12 cesed di bin hêzazê de heye. Tê hesapkirin ku nêzî milyonek mêtrekûp ax cî guhertiye.”

Aktay ragihand ku hêj xetera hêzezê derbas nebûye. Dûvre Aktay wiha li axavtina xwe êzde kir: “Ji ber şert û mercên eraziyê û domahiya hereketiya li hawîrdor xebat giran dimeşe. Tabî karê yekem ew e ku ewlehiya wezîfedaran pêk were. Lewra ji ber ku ev çend roj e li vir zêde baran bariye karê me ya yekem ew e ku qezayeke axê ya din çênebe. Ya duyemîn ew e ku hemwelatên me yên di bin erdê de werin xelaskirin. Niha ji Wan, Bedlîs, Mûş, Erzirom heta ji Enqerê tîmên alîkariyê, kuçikên lêgerînê, amûrên bê însan, her cûr teknolojî tê îstîxdamkirin”. (ÎLKHA)  







Bu haberler de ilginizi çekebilir