• DOLAR 32.365
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2323.403
  • ...
HUDA PAR li Şêrwanê tehqîqat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya HUDA PARê ji bo ku di qada hêlana li navçeya Şêrwana Sêrtê pêk hat de tehqîqat bike hatin Gundê Madenê. Lijne bi Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz û Wekîlê Serokê AFADê Mehmet Halîs Bîlden re hevdîtin kir.

Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Aydin Gok û Eyyup Yanaç, Serokê Bajarê Sêrtê yê HUDA PARê Zilfîkar Firat û lijneya bi wan re hatin Gundê Madena girêdayê navçeya Şêrwana Sêrtê da ku tehqîqat bikin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok piştî tehqîqat û hevdîtin ji çapemeniyê re daxuyanî da. Gok diyar kir ku wî bi Waliyê Sêrtê û rêvebirên AFADê re hevdîtin kiriye. Dûvre Gok wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di hêlana ku Gundê Madenê di madena sifrê de pêk hatiye de 16 hemwelatiyên me bin hêzanê de man. Di lêgerînê de heta niha 4 cesed hatine dîtin. Ji niha pê ve di bin hêzanê de 12 birayên me hene. Me bi serokê AFADê re hevdîtin kir. Me bi walî re hevdîtin kir. Tîmên AFADê di bin şert û mercên zehmet de dixebitin.”

“Ji Xweda hêvî nayê birîn, temeniya me ew e ku birayên me yên di bin hezazê de sax derkevin”

Gok destnîşan kir ku wan bi malbatên ku di bin hezazê de mane re hevdîtin kirine. Dûvre Aydin wiha axivî: “Ji Xweda hêvî nayê birîn, temeniya me ew e ku birayên me yên di bin hezazê de sax derkevin. Gor agahiyên ku me bi destxistine dê bişev xebatên lêgerînê bidome. Em ji kesên ku cinazên wan hatine dîtin re ji Xweda rehmet dixwezin. Bila serê malnatên wan xweş bibe. Em ji bo ku birayên me yên di bin hezazê de sax derkevin dia dikin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir