• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Derket holê polêsên ku tacire Sûryeyî şelandibûn FETOyî ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Şehîtkamîla Entabê kesên ku bi hinceta ‘operasyona DAÎŞê’ xwe wek polês dabûn naskirin dûvre jî tacire Hasan Caferê Seryeyî û malbata wî wek kelpçekirî xistibûn odeke û 1.5 milyon dolar xesp kiribûn derket holê ku 3yê wê FETOyî yên ku ji wezîfê hatibûn dûrxistin in.

Hat ragihandin di encama operasyona ku di vî bergehê de hatiye li darxistine de 3yê wê FETOyî yên ku ji wezîfê hatibûn dûrxistin bi tevahî 7 kes hatine binçavkirin.

Li navçeya Şehîtkamîla Entabê di Taxa Degîrmîçemê de di 9ê Mijdara 2016an de 7 kes xwe wek polês dabûn naskirin û bi hinceta operasyona dijî DAÎŞê çûbûn mala Hasan Caferê ku tacire Sûryeyî ye. Dûvre ev 7 kes Cafer û malbata vî piştî ku wek kelepçekirî dixin odekî ve 1,5 milyon dolarê didizin.

Dûvre nasnameya 7 kesên ku vê xespê pêk anîn di encama xebatên tehqîqatan de hatin diyarkirin. Piştî bûyerê operasyonên hemandemî hatin lidarxistin. Di encama operasyonan de Komîser Ahmet K. (33) û ajovanê wî Yilmaz T., polês Cengîz B, zavayê tacirê Sûryeyî Basrî G, kekê wî Mustafa G, Unal T, û Ahmet K. (28) salî hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku piştî lêpirsînê zavayê tacirê Sûryeyî Basrî G, îtiraf kiriye ku wan vê xespê kirine. (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir