• DOLAR 32.567
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2491.533
  • ...
Rêya ku xelas nebû canê xelkê aciz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê navçê daxwaz kir bila rêya ku ev 3 sal e berdewam dike  demildest xelas bibe.Lewra ev 6 meh e xebatên rê hatine sekinandin.Xelkê navçê di derbarê mijarê de destnîşan kirin xebat û veberhanên ku tên kirin exlebe li navçeyên din tên kirin.

 Ji nîştecihên navçê kesê bi navê Ezîz Şehanlioglu di derbarê mijarê de destîşan kir bila waadên ku di heyama hilbijartinan  hatine dayîn bên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew tiştên ku beriya hilbijartinan waad kiribûn bi cî nayînin.Li Eyyubiyeyê mişkîleyên me yên ceyran, rê û avê çareser nekirin.Tu tiştî çareser nekirin.Serokê Şaredariyê tê turekê davêjî û derbasî şaredariyê dibe.Temamê xebatan li Karakopru û Halîliyeyê tê kirin.Gelo heqê xelkê Eyyubiyeya ku ji sedî 70 deng daye qet xebatan heq nake? Vê rêyê nîvre hiştin.Temamê malan di nav çopê de mane.2 caran mekîneya kar hatin û hinekî şuxilîn  û dû re dest bi reklamê kirin gotin ‘Şaredariya Mezin dest bi xebata rê kir.’Ka li rê kû ye? Bila Serokê Şaredariya Mezin  Nîhat Çîftçî bê binêre.Bi televizyon û reklaman ev kar nabe.Bi rakirina pazara semtê jî xelkê mexdûr kirin.”

Adnan şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li gor wan navçeyên din li navçeya wan xebat nayên kirin û dû re wiha pê de çû: “Ji problemên me ya herî mezin ev rê ye.Bila li vê derê rêyekê vekin.Rê xera kirin û çopa wê anîn avêtin vê derê.Ew cihê ku lê valakirine a niha bûye loda çopê.Dema ku em navçeyan bidin ber hev ji hêla xizmetê ve navçeya me di rêza 4emîn de ye.Ji dikandarên navçê bipirsin ka înterneta we heye? Ya yekî ji wan jî nîne, lewra li vê derê têkilîya fibere nîne.

 “Gelo li navçeya ku ji 32 bajêran mezintir e banqe û noterek nayê vekirin?”

Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji bilî pirsgirêka rê bi heman awayî gelek pirsgirêkên din ên navçê hene û wiha pê de çû: “Em wek navçe ji 32 bajêran mezintir in, lê li navçê ne banqeye û ne jî noterek heye, gelo ma ev ne ecêb e? Ji bo van çareseriyan nayînin.Bila nebêjin ew ê careke din rayên însanan bistînin.Pêşî mişkîleyên xelkê çareser bike û dû re ji wan rayan bixwaze.Di dema hilbijartina  de krawatên xwe dixin stûyên xwe û tên.Ne tenê di wextê hilbijatinê de her tim werin ba me.Çima sazîyên me ne li  Eyyubiyê ne, çima em girêdayê Halîliyê ne.Çi ye banqe, çarşî û noter nêzî vê derê ye.Ew me eleqedar nake.Ger ku ev der navçeya navend be divê sazîyên me li vê derê bin.Em hêvî dikin vê meselê demildest hal bikin.”

“Mişkîleya me herî mezin rê ye”

Dikandarê bi navê Huseyîn jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku li ser rêya ku ev 6 meha xebat çêkirinê hatine sekinandin ronahiyên trafîkê nînin bênavber qeza pêk tên û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dibêjin di rêya Eyyubiyeyê de rant heye.Di malê hezînê de tu wext rant nabe.Ev 3 sal e xebatên vê rêyê berdewam dikin.Em rica dikin bila şaredarî vê rêyê xelas bike.Li navçê mişkîleya me herî mezin ev e.Bila vê rêyê veke da ku millet rihet bike.Her wiha li xaçerêya Şelaleyê ronahiyên trafîkê nînin.Ji ber vê yekê ev 2-3 car e ku li wê derê qeza pêk tên.Em dixwazin ev mesel jî bê  halkirin.”

 “Ji bo rê çêbikin bazara semtê xera kirin û faqîran mexdûr kirin”

Remezan Gulê ku nîştecihê navçê ye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir digel çênekirina rê mexdûriyet jî dest pê kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev çend sal e ku vê rêyê çêdikin, lê belê di nivî de hiştin.Gotina Eyyubiyê tê manaya gund, êsîr û hemwelatîyê tebeqeya duyemîn.Ji bo avahiyên li Karakopruyê heta 10-15 qetan destûrê didin, lê li Eyyubiyê heta 2-3 qetan didin.Ev çarenûsa Eyyubiyê ye?Ev muameleya ku li em tê kirin muameleya zirkurê ye.Li vê derê ne banqe ne jî nexweşxane heye.Her roj bi tankeran devê derîyên me av didin.Ji vê pê ve xizmet nîne.Ji ber ku dê rê bê çêkirin malan xera kirin.Feqîran mexdûr kirin.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir