Di hezazê de milyonek metre kûp ax herikî jêrê
Hat tesbîtkirin di encama hezaza ku li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke taybet de pêk hat de milyonek metre kûp ax herikî jêrê.
Her weke ku tê zanîn doh êvarî di derdora seat 20.30an de li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke taybet a sifirê de hezaz pêk hat.Di encama hezaza ku pêk hat de 16 kes di bin axê de man. Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Sêrtê ve hatiye dayîn ji ber hezazê milyonek metre kûp ax herikî jêrê û 16 kes di bin hezazê de man.
Hat ragihandin li herama ku lê hezaz çêbû hêj xebatên xelaskirinê bênavber berdewam dikin.Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Sêrtê ve hatiye dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “90 personelên lêgerîn-xelaskirinê, 2 helîkopter, balafirek destekê didin xebatên xelaskirinê.Hat tesbîtkirin ceseda 3 hemwelatiyên me yên ku di bin ruxînê de mabûn hatine derxistin.Hêj 13 kes di bin ruxînê de ne.Ji ber ku cihê ku lêgerîn lê tê kirin kaş e û ji ber îxtîmala duyemîn a hezazê xebatên lêgerîn-xelaskirinê xebatê neyînî tesîrdar dibin.”(ÎLKHA)