Li Wanê pevçûn: PKKyiyek hat kuştin û 3 polês birîndar bûn
Di operasyona ku li navçeya Erdîşa Wanê li dijî PKKê hat kirin de PKKyiyek hat kuştin û 3 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Taxa Çelebîbaxa Erdîşê di wextên şeveqê de polêsan di ser maleke ku PKKyî tê de bûn de girtin.Di encama serdegirtinê de pevçûn derket.Li gor agahiyan di pevçûnê de PKKyiyek hat kuştin û 3 polês jî birîndar bûn.(ÎLKHA)