• DOLAR 32.559
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2431.41
  • ...
 "Xelkê Şernexê hewil dide birînên xwe bipêçe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di 14ê Adarê de ji ber siyaseta çal û barîkatan a PKKê li bajêr qedexeya derketina derve hatibû îlankirin ku ev qedexe di 14ê Mijdarê de qismen hat rakirin.Xelk piştî rakirina qedexeya qismî, hewil dide mal û kargehên xwe yên ku zirar dîtine tadîlat bikin.Xelk bang li rayedaran kirin û teleb kirin ku ji wan re arîkarî bê kirin.

Dikandarê bi navê Sileyman Çîftçî diyar kir ji ber qedexê ew bi mehan dikana xwe venekir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dikan û malên me xira bûn, beriya qedexê em ji ber PKKê nikaribûn kar bikin, lewra dikanên me her tim girtî bûn. Em 8 mehan jî li vê zêde bikin tevde ev 20 meh e ku em tên mexdûrkirin.Êdî însan ji PKKê nefret dikin.Em naxwazin însan bên mexdûrkirin, bila dewlet arîkariya me bike, em perîşan in.”

 “Ji ber ku malên wan xera bûne millet li derve dimîne”

Çîftçî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir exlebeyê malên xelkê xera bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku  gelemperê malên xelkê xera bûne xelk li derve dimîne.Di hinek malan de 3 malbat bi hev re dimînin.Ev malbat dixwazin qeyda mektebê yên zarokên xwe bikin, lê nikarin.Zarok nikarin biçin mektebê.Em dixwazin temamê meşxdûriyetan ji rastê bên rakirin.”

Kesê bi navê Zekeriya Tatar jî di derbarê mijarê de destnîşan kir di pêvajoya qedexê de gelek zehmetî hatin kişandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “

 “Memleketê me hilweşandin, însanên me mexdûr bûn”

Tatar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bila ji kesên ku dikan û malên wan xira bûne re arîkarî bê kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me gelek mexdûriyetan jiya, memleketê me hilweşandin, însanên me mexdûr bûn.Şernexiyên ku malên wan xira bûn alavên wan ên mîna cilşo jî winda bûn.Em teleb dikin bila arîkariya erzaq û yên mîna wan bê kirin.”

“Em dixwazin jiyana xwe ya rojane bidomînin”

Kesê bi navê Şahîn Uzen jî destnîşan kir ew ji îro pê ve  hizûr û biratiyê dixwazin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila temamê nebaş ji me dûr bin.Pêwîst e biratiya Îslamê were.Malên me xira bûn, tiştek di destên me de nema.Em ji rayedaran dixwazin bila arîkariya me bikin.Em dixwazin jiyana xwe ya rojane bidomînin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir