• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Ruxîn diyar bû, me ew îqaz kirin  lê tedbîr nestandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karkerê bi navê Mustafa Ant ê ku ji ruxînê xelas bûbû di derbarê hezazê de destnîşan kir dema ku wî dît hezaz pêk tê ji cihê bûyerê reviyaye.

“Ruxîn diyar bû, me ew îqaz kirin  lê tedbîr nestandin”

Ant di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  di dema hezazê de hevalên wî gişt di nava wesayîtan de mahsur mane û hezaz bi ser wan de hatiye.Ant dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em diçûn karê xwe, dema ku em vegeriyan me dît ku çiya hilweşiyaye.Wê demê 15 hevalên me di bin ruxînê de man. Ruxîn diyar bû, me ew îqaz kirin  lê tedbîr nestandin.”

 Hat ragihandin di dema hezazê de  5 karker bi hewildanên xwe xelas bûne û lê belê 13 karker di bin hezazê de mane û a niha li benda xelaskirinê ne.

Li madena ku lê hezaz pêk hat yekîneyên AFAD, UMKEyê û her wiha cendirme û karkerên madene xebatên xwe didomînin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir