• DOLAR 32.573
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2433.475
  • ...
Bi qasî ku em Îslamê temsîl dikin em dikarin wehdeta Mislimanan tesîs bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Mekazanîsta Dîrokê yê Felsefeyê yê Zanîngeha Dîcleyê Bulent Sonmez  balan kişande li ser fitneyên mîna nîjadperestî û qewmiyetperestî û destnîşan kir Misliman bi qasî ku Îslamê teslîm dikin dikarin wehdetê tesîs bikin.

Sonmez di berdewama axavtina xwe de pirs kir em Îslamê çi qas teslîm dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi qasî ku em Îslamê temsîl dikin em dikarin wehdeta Mislimanan tesîs bikin.Wehdeta Mislimanan ne tiştekî bi zehmet e.Mişkîleya me; têgihiştina me ya di warê însan û alemê û tesewwura me ya Xwedê ye.”

 “Têgihiştineke ku hewil dide her cûr cûdahiyê ji xwe re bike wesîle heye”

Sonmez di berdewama axavtina xwe  de destnîşan kir dema ku ji hêla Îslamê bê nihêrtin mezheb ne mişkîleyek e û wiha pê de çû: “Milk a Xwedê ye.Em ji vê yekê bawer dikin.Ger ku Mislimanên ku li wan zilm tê kirin hebin erka Mislimanan mihefezekirina wan e.Bila ev ax a min be, bila ya din jî ya te be, tiştekî wisa nîne. Têgihiştineke ku hewil dide her cûr cûdahiyê ji xwe re bike wesîle heye.Ev yek ji bo Mislimanan jî derbas dibe.Xwe wek Şîî an jî wek Sûnnî dide naskirin.Di rastiyê de ji Şîîtî û Sûnnîtiyê wir de modela însanekî heye.Tesewwureke dinyayê ya ku li ser feyde û zewqê hatiye avakirin heye.A niha em van yekan bi kavramên dînî hewil bidin da ku nas bikin ku em ê şaşiyê bikin.Di holê de tiştekî dînî nîne.Dixwaze ez Sûnnî an jî Şîî bim ger ku ez ji zemîna eslî li  heyeta binêrim jixwe pirsgirêk nîne.”

 “Xerb ji bo kaos û tevlîhevî derkeve mezhebperestiyê derdixe pêşiya Mislimanan”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Xerb xwe bi kaosê xwedî dike û wiha pê de çû: “Dîyalekta kaosê ji teref Xerbê ve hatiye derxistin.Tê manaya li ser piyan mayîna kesê bi hêz.Tam 300 salan Xerb vê têgihiştinê stirand.Ji bo kaos derkeve mezhebperestiyê derdixe pêşiya Mislimanan.Li Xerbê xebatên oryantalist hene, ji me zêdetir xwediyê lîteratura Îslamî ne.Dema ku em li xwe dinêrin em dibînin ku hêj mufredatek di destê me de nîne ku em însaneke çawa perwerde bikin.Pêvajoya perçebûna Rojhilata Navîn a di serdema Osmaniyan de hêj xelas nebûye û ev perçebûn hêj berdewam dike, hetta di vî warî zext tên kirin.Mişkîleyên ku hêj di Herba Yekemîn a Cîhanê de hal nekirine hene.Xerb van mişkîleyên dixwaze li gor xwe çareser bike.Em wek Mislimanan ne xwediyê serokatiyeke bi hêz in û em ne xwediyê daneheveke Îslamî ne. Dema ku em li xwe dinêrin em dibînin ku hêj mufredatek di destê me de nîne ku em însaneke çawa perwerde bikin.Zemîneke me ya li gor me nîne.Îxtîmala di her wextî de di nav Mislimanan de provakasyon derkeve, lewra di holê de erdnigariyeke perçebûyî ya Mislimanan heye.”

 “Xerb ji wan Mislimanên ku li xelkê xwe û rabûrdûya xwe xwedî derdikeve nefret dike”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir kêfa Xerbê ji du tiştan re nayê û wiha pê de çû: “A yekem Mislimanên ku li gelê xwe xwedî derdikevin a duyemîn jî Mislimanên ku li rabûrdûya xwe xwedî derdikevin.Vaye Xerb ji ser van Mislimanan her tim hewil dide têgihiştina nîjadperestî û qewmiyetperestiyê pêk bîne.”

Sonmez di dawiya axavtina xwe de ji bo tesîskirina yekîtî û wehdetê wiha axivî: “Em ji heman çavkaniya mezin tên gihaştine, lê em îttîfaqê nakin, pêwîst e pêşî qelb îttîfaqê bikin da ku civak îttîfaqê bike.Di vê mijarê de divê projeya bi ber çav ên hemû kesî hebe.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir