• DOLAR 32.345
  • EURO 35.135
  • ALTIN 2302.751
  • ...
Bavê Qeymeqam Safîturk:Bila serê memleketê sax be
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn ji teref PKKyiyan ve êrîşa bombeyî li Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk hat kirin û Safîturkê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû li Dîlokê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Asim Safîturkê ku bavê Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturkî ye di derbarê mijarê de daxuyanî  da rojnamegeran.Asim Safîturkê ku daxuyanî da destnîşan kir ‘Bila serê memleketê sax be.’

Safîturk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  lawê wî şehîd bûye û ev yek wan tesellî dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda Teala mertebeya şehîdan gelek zêde bilind kiriye.Ti pêxember piştî ku çûne cennetê negotina bila ez cardin vegerim dinyayê, lê belê şehîd  dibêjin ‘Ya Rebbî! Me bişîne dinyayê, ez deh carê din jî şehîd bibim, werim.’ Ez ji mezinên şehîdan re  û ji kesên ku li dû wan mane re sersaxîyê daxwaz dikim.Bila serê memleketê sax be.Xweda terorê bike belaya serê wan kesên ku destekê didin wan.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir