• DOLAR 32.382
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Rêberê Cemaeta Hîzbullah ji bo Huseyîn Akbalik peyamê taziyê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Akbalik, weke ku tê zanîn ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 salan di girtîgehê de hat girtin.Di pêvejoya vê girtinê de nexweşiya tumora mêjî bi Akbalikî re derket.Akbalik piştî ku li nexweşxanê ameliyeta tumora mêjî bû re hat tahlîyekirin, lê belê Huseyîn Akbalikê ku tedawiya wî li derveyê girtîgehê berdewam dikir  li gundê Durucaya Nisêbîna Mêrdînê di wextê banga şefeqê de çû dilovaniya Xwedê û  li goristana gundê Durucayê hat definkirin.

Edîp Gumuşê ku Rêberê Cemaeta Hîzbullah di peyama ku weşan de xemgînîyên xwe destnîşan kir û ji malbat û hevalên wî yên dozê re sebir daxwaz kir.

 “Em ji birayên xwe yên li Medreseya Yûsufî de ne û ji camiaya xwe re sebra cemîl  û teslîyetên xwe erz dikin”

Gumuş di peyama ku weşand de  kesên ku berî niha li  girtîgehê nexweş ketine û jiyana xwe ji dest dane di bîran xist û wan yad kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi xemgînî hîn bûn ku birayê me mêrxas Huseyîn Akbalikê ku ji bo doza Xwedê  23 salên xwe di girtîgehê de borandiye  û van 23 salan wek telebeyeke Medreseya Yûsûf derbas kiriye,  çûye rehma Xwedê.Em hêvî û niyaz dikin birayê me Huseyîn  digel Turan Ari, Musa Ozer, Murat Kaya, Ahmet Şahîn, Seyyîd Alî Demîryol, Cahît Durmaz, Ramazan Dumanê ku di zindanan de gihaştine mertebeya şehadetê û digel wan birayên me yên ku di seheya mucadeleyê de şehîd ketine  li Cennetên Firdewsê bê ezimandin. Em di serî de ji malbata wî re û ji birayên xwe yên li Medreseya Yûsufî de ne re û ji camiaya xwe re sebra cemîl  û teslîyetên xwe arz dikin”

 “Temamê zehmetiyên ku tên kişandin ji bo riza Xweda û ji bo bekaya doza Îslama ezîz in”

Gumuş di berdewama peyama xwe de destnîşan kir  ew dema ku ji bo bekaya Îslamê dixebitin li rasta zehmetîyan tên ku ew ji bo vê yekê ji Xwedê re şikir dikin û wiha pê de çû: Birayê me Huseyîn û gelek birayên me yên mêrxas ên mîna Huseyîn  ji bo ku nûra Îslamê li van axên ku em lê dijîn belav bikin û ji bo hebûna meşalaya Îslam û îmanê bidomînin mucadeleyeke mezin dan.Hinek ji wan hêj di ciwaniya xwe de şerbeta şehadetê vexwarin, hinek jî avêtin zindanan, hinek ji wan jî di vê oxirê de dest bi jiyana muhaceretê kirin. Temamê zehmetiyên ku tên kişandin ji bo riza Xweda û ji bo bekaya doza Îslama ezîz e ku em ji bo vê yekê ji Rebbê xwe re hemd û şikir dikin.”

 “Pêwîst e em hewil bidin da ku em vê doza muqeddes ji temamê qismên xelkê re bigihijînin”

Gumuş di berdewama axavtina xwe de vê yekê di bîran xist ‘Em bi wesîleya şehadeta birayê me Huseyîn  dixwazin ji malbatên şehîdan re, ji telebeyên Medreseya Yûsifî û ji malbat û zarokên  wan re  û ji birayên xwe yên muhacir û malbatên wan re  û ji temamên birayên xwe re vê yekê bi bîr bixin’ û wiha li pê de çû:  “Ji bo vê doza ezîz gelek zehmetî û êş hatin kişandin.Hinek birayên me di vê oxirê de canê xwe dan û gihaştine Rebbê xwe.Hinek birayên me di naveyna dîwarên sar ên di zindanê de 25 sal borandin.Bi hezaran zarok êtîm û bi sedan jin jî jinebî man û êşa vê jî  hêj wek nû ye tê jiyan.Birayên me yên ku hicret kirine jî li muhacaretê  hesretê dikşînin.Temamê bedel û keda ku van ezîzan dane heba nebûne, berawajî  ji naskirî û hevalên wan ên dozê re wek mîras maye.Pêwîst em li vê mîrasa muhacir, girtî û şehîdan xwedî derkevin û pêwîst e em îxlas, teqwa û îmana xwe qewitîr bikin û  bi fedakariyeke mezin li doza xwe xwedî derkevin  û pêwîst e em hewil bidin vê doza muqaddes bigihijînin temamê qismê xelkê.”

Pêwîst ji her cûr kiryarên ku dê zirarê bide biratiyê dûr bê mayîn

Edîp Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbullah di dawiya peyama xwe de  qala geşedaniyên ku li erdnigariya Îslamê diqewim  kir û dest nîşan kir  pêdiviya Mislimanan ji her wextî zêdetir ji yekîtî û digelheviyê re heye. Gumuş dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Îro ji teref we ve tê zanîn ku  di serî li erdnigariya Kurdistanê û her wiha li ser cografyayên Iraq, Suriyê û li ser cografyayên Îslamê yên din temamê lîstikên şeytanî tên listîn.Hezên kufrê yên emperyalîst ketina nava axên Mislimanan û qetlîamên gelek mezin dikin.Di rewşeke wisa de divê Misliman li hev xwedî derkevin û sefên xwe bijdînin.Pêdiviya Mislimanan ji her wextî zêdetir ji yekîtî û digelheviyê heye.Em bi ve wesîleyê cardin ji malbata birayê xwe Huseyîn re sersaxiyên xwe tînin zimên û ji wan re sebra cemîl niyaz dikin. Em ji wan hêvî dikin ku  ji me re dua bikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir