• DOLAR 32.538
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2433.102
  • ...
PKK êrîşa mizgeftê ya li Londrayê girt li ser xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî ve şevekê êrîş li camiya ku girêdayê Weqfa Diyanetê ye hat kirin.Di êrîşa ku hatibûn kirin de camên mizgeftê hatibûn şikandin û li ser dîwarên mizgetê nivîsa PKKê hatibû nivîsandin.Îro komekî ku girêdayê PKKê ye vîdyoya êrîşê weşand û êrîşê girt li ser xwe.

Di daxuyaniya ku ji teref rayedarên Weqfa Diyanetê ve hatibû weşandin de hatibû ragihandin nêzî 10-15 kesên ku rûyên wan nixumandî ne bi kevir û fîşekên hewayî êrîş birine li ser mizgeftê  û piştî ku li ser dîwarên mizgeftê PKK nivîsandine re ji wir reviyane.

Îro ev êrîşa ku hatiye kirin ji teref şaxên ciwanan a sazîyên ku girêdayê  PKKê ne û li Ewrûpayê feailyetên xwe birêve dibin ve li ser xwe hat girtin. Koma ku dîmenên êrîşê weşand peyam da ku ew ê êrîşên mîna vê berdewam bikin. Berî niha jî sazîyên ku nêzî PKKê ne li Ewrûpayê tevlî şidetê bûbûn ku ev yek di çapemeniyê de derketibûn.

Êrîşên koma ku girêdayê PKKê ne di serî de li dijî sazîyên Îslamî roj bi roj zêde dibin, lê belê tê zanîn ku rayedarên Ewrûpayî  tu tedbîran nastînin da ku pêşiya van êrîşan bê girtin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir