• DOLAR 32.417
  • EURO 35.535
  • ALTIN 2324.821
  • ...
Trump bû serok lê Emrîka tevlîhev bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê ku xwe berda bû kolanan di dema xwepêşanan de sloganên mîna ‘Ne Serokê Min e’ avêtin.

Li gor agahiyan ku hatine wergirtin li New York , Chîcago,Austîn, Berkeley, Seattle, Phoenîx, Los Angeles, Rîchmond, Oakland, Pennsylvanîa, Eugene, Portland, Pîttsburgh, Oregon û bajêrên din çalakîyên xwepêşanê tên lidarxistin.

Donald Trumpê ku di hibijartinên 8ê Mijdarê de ji Partiya Komegeran wek serok hatibû hilbijartin piştî ku encamên hilbijartinê diyar bûn re axavtinek kiribû û gotibû ku ew dixwaze bibe serokê temamê Emrîkayiyan.

Bi hezaran kesên ku ji serokbûyîna Trump ne razî bûn bi dirûşmeya ‘Ne Serokê Min e’  xwe berdan kolanan û li dora avahîya Trump kom bûn û ji gotinên Trump ên li dijî Misliman û penaberan re bertek nîşan dan.

 “Li dora Trump dîwar lê kin, ez ê heqê wê bidim”

Exlebeya pêşandaran ji pîrek û ciwanan pêk tê, bi heman awayî reşik jî di xwepêşanên li dijî Trump de di sefên pêş de cihên xwe digrin.Pêşandar dowîzên ku li ser wan nivîsên ‘Ji ber nîjadperestiyê destek nîne, Penaber Emrîka bi qewet dikin, Li dora Trump dîwar lê kin, ez ê heqê wê bidim.’ Her wiha li hinek deran hat dîtin pêşandar posterên Trump dişewitînin.

Dijberên Trumb ji ser medyaya civakî jî bi êtîketa #notmypresident rêxistî dibin û ji encama hilbijartinê re bertek nîşan didin.

Li bajêra Oaklanda Kalîforniyayê jî  di navbera komên dijber de rageşî derket, li Seattleyê jî di dema xwepêşanan de gule li derdorê  hat reşandin û gelek kes birîndar bûn.Her wiha xwepêşan li hinek deran lastîkên wesayîtan dişewitînin û rêyan digrin.

Tê diyarkirin ew ê ev xwepêşan zêdetir bibin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir