Trumpê Serokê nû yê DYEyê ji îkonên modern ê kapîtalîzmê ye
Donald Trumpê ku wek 45emîn serokê Emrîka hat hilbijartin û ji mîlyaderên New Yorkê ye wek ji îkonên modern ê kapîtalîzma wehşî tê dîtin û Trump bi gotinên xwe yên nîjadperst û li dijî Îslamê însanetîyê dide endîşandin.
Donald Trumpê ku ji Partiya Cumhuriyetê wek 45emîn Serokê DYEyê hat hilbijartin di 20 Çileya 2017an de dê ji Barack Obama wezîfê dewir bistîne.
Trumbê ku ji îkonên modern ê kapîtalîzma wehşî ye tê gotin nêzî 10 milyar dolar serweta wî heye û ji ber ku di pêvajoya kampanyaya hilbijartinan de li dijî biyanîyan û li dijî dinyaya Îslamê gotin gotibûn gelek reaksiyon û bertek jê re hatibûn nîşandan.Tê merakkirin dê 45emîn serokê Emrîkaya ku bi dîroka xwe ya bi xwîn ji emperyalîzmê re pêşivantiyê kiriye rêyeke çawa bigre.
Şîrketên lêkolînê yên raya giştî di derbarê hilbijartinan de her tim tahmînan di aleyha wî de nîşan didan,lê Trumpê 70 salî yê ku digel van tahmînan wek serok hat hilbijartin nexasim di derbarê raya giştî ya hundir de peyaman dabû. Trumpê ku bi bernameyên ekonomîk ên bi îddîa propaganda dikir, bi zimanê ku bi kar anî dengê tebeqeyên binî û naveynê wergirt.Weke ku tê zanîn Trump dewlemend e, lê kesên ku ji wan deng wergirtiye feqîr ango waroş in ku ev yek jî di hilbijartinan de balan kişande li ser xwe.
Tê diyarkirin serweta Trumpê ku di lîsteya 400 kesên dewlementerîn kesên dinayayê de cî digre exlebe ji kumarxane, navendê zewqê û xeyrî menkulan pêk tê.
Trump di pêvajoya kampanyaya hilbijartinan de exlebe bi gotinên ku li dijî penaber û Mislimanan kir balan kişande li ser xwe, her wiha Trump diyar dikir pêwîst e ku camîyên li Emrîkayê di bin çavderiyê ango kontrole de bin û Misliman jî di çarçoveya ‘micadeleya bi terorê de ‘ pêwîst e bên fîşkirin.
Trumpê ku îşkence wek jêpirsîna dijwar dihesiband, destnîşan kiribû pêwîst e kesên ku di çarçoveya ‘micadeleya bi terorê’ de hatin girtin re îşkenceya avê û yên din bên kirin.
Trumpê ku dersînorkirina penaberên nêzî 11 milyonan ên ku li Emrîkayê ‘dere qanûnî’ dijîn diparast her wiha dest nîşan dikir ku ew ê li sînorê Emrîka –Meksîkayê dîwarê bide lêkirin û mesrefa vê yekê jî bi Meksikayê bide dayîn.
Trump her wiha destnîşan kiribû ku ew ê têkilîyên wan û yên di navbera Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn de pêş ve biçin û ew hedef dikin di navbera wan û Çînê de têkilîyên tîcarî jî pêş ve bixin.
Trump di axavtineke xwe ya ku kiribû de destnîşan kiribû ‘Ger ku Saddam Huseyîn û Muammer Kaddafî li îqtîdarê bana dê dinya li cihekê baştir bana.’ Trump di vê gotina xwe de balan kişandibû li ser rewşa xirab a li gor berê ya Lîbya û Iraqê.
Li gor ku tê diyarkirin Trump di heyama xwe ya zaroktiyê de bi mişkîleyên cûrbecûr re rûbirû maye, her wiha tê diyarkirin Trump terefdarê şidetê ye, heqaretî li jinan dike, ji ber gotinên xwe yên li dijî biyaniyan bi sûcê nîjadperestiyê tê sûcdarkirin, ya herî girîngtirin jî Trump bêşik û bêşibhe dijmintiya xwe ya li dijî Îslamê di her wextî de tînê ziman.Ji ber van sedeman dinya di nava endîşekê de ye.Lewra Trumpê ku xwedîyên van xesletan e û bû birêvebirê Emrîka nayê zanîn di salên pêşiya me de ew ê ji bo dinyayê çi probleman derbixe.(ÎLKHA)