• DOLAR 32.564
  • EURO 34.931
  • ALTIN 2430.361
  • ...
Cinazeya Huseyîn Akbalikî tê mehkûmkirin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Akbalikê piştî ku di girtîgehê de dûçarê nexweşiyê bû 3 meh tedawî bû. Akbalikê ku 24 di girtîgehê de mabû îro wefat kir.

Huseyîn Akbalikê ku çendîn sal di girtîgehê de mexdûr bû û pêvajoya wê ya tedawiyê dereng hat destpêkirin piştî ku wefat kir jî mehkûmiyeta wî didome.

Cinazeya Huseyîn Akbalikê ku li mala xwe ya li Gundê Ketûwênê ya girêdayê navçeya Nisêbîna Mêrdînê berê sibê çû rehma xwedê ji teref malbata wî ve nayê definkirin.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin derdora saetên sibê cinazeya Akbalikî hat şuştin û nimêja wî hat kirin. Dûvre kesên li wir bendewar bûn ku dozger were. Lê digel çendîn saetên ku derbas bûye dozger nehat gund. Dozgerê ku bi malbatê re têket têkiliyê destnîşan kir ku ew ji ber ewlehiya canê xwe nikare biçe gund.

Dozger xwest ku cinazê Huseyîn Akbalikê bînin Nisêbînê. Malbata Akbalikê cinazê vê carê anî mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û benda dozgerê ma. Piştî ku cinazê anîn wir dozger dîsa nehat. Ev yek jî bû sedema berteka malbata Akbalikê.

Malnbatê diyar kir ew bendewar in ku dozger cinazê bibîne. Wek malbat ew nizanin ku dê cinazê kengî defin bikin. Malbatê destnîşan kir ku dansekinandina cinazê rast nîne. (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir