• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji bombebarana li Sûriyê reviya di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Evdirehman Hesenê ku ji bombebarana li Sûriyê reviyabû, li Baglara Diyarbekirê di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe 4 zarok û xamina xwe hişt.Cenazeya Hesenê ku di  êrîşê de jiyana xwe ji dest da  li Hesekêya Kurdistana Sûriyê hat definkirin.

Newruz Zulfoya pîreka  Hesenî  bi şikleke kelegirî di derbarê mirina zilamê xwe de destnîşan kir piştî 10 deqîqeyan ku wê zilamê xwe bi rê kir re  teqîn pêk hat.Zulfo dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi şîdeta teqîna ku pêk hat derî û şibakeyên mala min hejiyan, min ji xwe re got ku zilamê min di teqînê de miriye.Dû re bi qerîn û hewar ez ji malê derketim û min li kolanan bang kir ku zilamê min miriye.Dema ku ez çûm cihê teqînê polês destûr nedan ku ez derbasî rexê din bibim.Polêsan ji min re gotin ku tu kes nemiriye û kesên birîndar jî rakirine nexweşxanê.Ez jî çûm mala naskirîyên xwe û min rewşê ji wan re îzah kir.Dû re jî min li zilamê xwe geriya, telefona wî girtîbû.Ez çûm temamê nexweşxaneyan, lê min zilamê xwe nedît.”

Zulfo di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dû re ew digel tiyê xwe çûne Mirîxaneya Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî û zilamê xwe li wê derê di haleke berbat de dîtiye.

“Cegera min  dişewite, ez ê digel zarokên xwe çi bikim”

Zulfo di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir zilamê wê xwediyê exlaqeke baş bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê min mêrivekî mezlûm  bû, nimêja xwe dikir.Ez bi gotinan nikarim qala zilamê xwe bikim.Tu zirara wî nedigihişt tu kesî.Rojekî jî dilê min nehişt.Tiştê ku hatiye serê min neyê serê tu kesî. Cegera min dişewite, ez ê digel van zarokan çi bikim?Xweda heqê min û zarokên min li ba wan nehêle.”

“Li Sûriyê bombe îsabetî mala min  kir û xera bû. Li wê derê jî li vê derê jî mala min nîn e”

Zulfoya ku destnîşan kir tu kesî wê nîne wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez û 4 zarokên xwe di holê de man.Ji xeynî tiyê min tu kesî min li vê derê nîne.4 zarokên wî hene û bi zorê debara xwe dike û di kirê de ye.Em ji şer reviyan û hatin vê derê.A niha ez biçim Sûriyê dê zarokên min ji neza û birçînan bimrin.Li Sûriyê tenê xwesû û xwezûrê min heye, wekî din tu kesê min nîne.Em ji Sûriyê ji birçîbûnê û ji şer bazdan , a niha em li vê derê çi bikin.Mala min şewitî.Li Sûriyê bombe îsabetî mala min kir.Li wê derê jî li vê derê jî mala min nîne.Ev bû 4 sal ku em ji Sûriyê hatin vê derê.4 zarokên min hene.Zarokê min mezin 10 salî ye û  2 zarokên min diçin mektebê.Ez a niha li benda alîkariyê me.Ez a niha nikarim biçim wê mala ku ez lê diman û ez ê neçim jî. Her cara ku ez diçim zilamê min tê bîra min.Ez ê li kolanan bimînim lê cardin ez naçim wê malê.Ez dixwazim rayedar alîkariya min bikim.”

 “Teqîn pêk hat, bavê me ji me stand”

Muhammed Hesenê  10 salî yê ku lawê Evdirehman Hesenî ye di derbarê bavê xwe de wiha axivî: “Bavê min pir baş bû, nimêja xwe dikir û Qur’anê pir dixwend.Rojiya xwe jî digirt.Her tim ji me re digot ‘Hûn sax bin, em ji hemû tiştî razî ne.Em rizqê xwe derbixin, em sax bin, ev besî me ye.’Em ji Sûriyê hatin vê derê , lê li vê derê teqîn çêbû û bavê me ji me stand.”

“Em ji bo ji bombeyan dûr bibin hatin Tirkiyê’

Yasîr Hesenê ku birayê Evdirehman Hesenî ye  jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em ji Hesekê reviyan vê derê.Li wê derê her tim bombe diteqiyan.Bombe îsabetî mala min û li ya birayê min kir, her du mal jî xera bûn.Dû re me rahişte malbatên xwe û sînor derbas kir.Em ji bo ji bombeyan dûr bibin hatin vê derê.Em ji bo hizûrê…Em hatin vê derê û ev teqîn pêk hat.Ez li kar bûn û ji min re xeber hat ku teqîn çêbûye.Me xeber ji kekê xwe nedistand.Min bi telefonê lê geriya, lê telefona wî girtî bû.Em çûn nexweşxaneyan, me dîsa wî nedît.Me zen dikir sax e, ji me re gotin ku 3 cesed di mirîxaneyê de hene, min li cezaneyan nihêrt û min wî nasnekir.”

Hesen di dawiya axavtina xwe de bang li xêrxwaz û rayedaran kir da ku ji wan re destê alîkariyê dirêj bikin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir