• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Kesên ku di êrîşa bombeyî de malên wan xira bûn koç dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn îna borî ji teref PKKê ve li Navçeya Baglara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin, di êrîşa ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 378 kes jî birîndar bûn.Ji xeynî mirî û birîndaran gelek mal û kargeh ji ber êrîşê bûn kavil û xera bûn.Hemwelatiyên  ku mal û kargehên wan ji ber êrîşê zirar dîtibûn an xera bûbûn digel  çend eşyayên ku hewil didan li ba xwe bibin dest bi koçkirinê kirin.

Hinek malbatên  ku dest bi koçê kirin destnîşan kirin  ew ê biçin ba naskirîyên xwe û yên ku naskirîyên wan nînin jî destnîşan kirin cihekî ku ew serê xwe bixinê nîne .Her wiha hinek hemwelatî  destnîşan kirin digel ku serma be jî ew ji ber tirsa dizan di malên xwe yên xerabûyî de nobedê digrin.

Îclal Bîlgeya ku mala wê ji ber êrîşê bûbû enqaz di derbarê mijarê de wiha axivî: “Temamê eşyayên me perçe bûn, tiştekî sexlem nema.Tenê tiştek bi me nehat.Tiştê ku ji me re man ev enqaz in.Gelo Xweda dê vê qebûl bike? Em nizanin biçin bi kû ve û çi bikin.Ne cihekî ku em biçinê û ne jî naskiriyekî me heye.Perçeyên caman ketibûn bedenên zarokên min.Hemd ji Xwedê re birîndarbûneke mezin pêk nehat.”

 “Em bi tirsa wê demê dijîn”

Sevilay Karakoseya ku hewil dida ji mala xwe ya xirabûyî eşyayên xwe derxe derve jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Dema ku bombe teqiya em radizan.Me fêm nekir çi qewimî, her der bû toz û duman.A niha me eşyayên xwe kişande mala kekê xwe.Em jî her şev li ba naskiriyekî xwe dimînin.Lewra mala me xera bû.Cardin ew ê kî bê van deran, em bi tirsa wan deman dijîn.Avahî ji bînî ve hejiya.”

 “Xweda me xelas kir”

Hemwelatîyeke ku nexwest navê xwe bide jî destnîşan kir ew û zarokên xwe ev bi rojan e di enqaza mala xwe de dijîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema teqînê de em di mal de radizan.Em bi dengê teqînê hişyar bûn û me dît ku her der xera bûye.Xelasbûna me mucîzeyek e.Xweda me xelas kir.Zivistan tê,ew ê halê malan çawa bê em jî nizanin.Ev 5 roj e digel zarokan em di enqaza xanî de radizin.Em nizanin bi kû ve jî biçin.Temamê eşyayên me xera bûne û her der hilweşiyaye.Eşyayên ku me wan derxistîye jî em nizanin bi kû ve bibin.Mala min û ên 2 kurên min xera bûn.Ger ku em tenê bana em ê bi derekê ve biçûbana, lê ji ber ku em sê malbat in em nizanin bi kû ve biçin.Diz malan dişelînin, em heta şeveqê ji ber dizan di vê sermayê de nobedê digrin.Em perîşan bûne, em ji rayedaran dixwazin  bila alîkariya me bikin.Bila demildest vî milletî ji vê êşê û ji van enqazan xelas bikin.”(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir