• DOLAR 32.382
  • EURO 35.036
  • ALTIN 2326.3
  • ...
Di derbarê Girtîgeha Akçakaleyê de idîayên girîng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat idîakirin ku banê Girtîgeha Vekirî ya Akçakalê çend roj berê ji ber ba û barînê xisar dîtiye. Digel giliyê ev yek nehatiye tamîrkirin û ji ber vê yekê jî hemî qawîş ji ber ava şiliyê şil bûne.

Malbatên mehkûman destnîşan kirin banê ku xisarê dîtiye nehatiye tamîrkirin. Bes bi barandayeke hatiye girtin. Ev yek jî beriya ava şiliyê negirtiye û qawîşan dilop kiriye.

Malbatên mehkûman diyar kirin ku wan vê mexdûriyetê ji rêvebirên girtîgehê re ragihandine. Lê tu kesê ji bo vê yekê hewl nedaye û di dabaş girtîgehê de gelek îxlalên mafan çêdibin.

Malbatên ku bi ÎLKHAyê re ketin têkiliyê di derheqê pirsgirêkên girtîgehê de daxuyaniyên girtîng dan.

Malbatan wiha ragihandin: “Beşa qawîşa girtîgehê ji ber tûndiya bayê banê girtîgehê ev 5-6 roj e rabûye. Nû birandayeke kişandine ser. Ew jî ji ber tûndiya bayê çiriye. Hemî qawîş ji ber ava baranê şil bûne. Qawîşên ku 2 qatin yên jorê vala kirine. Hemî kesan di qata jêr de disitirînin. Lê qatên jêrê jî dilop dikin. Derên ku dilop dikin teşt bi cî kirine. Lê ev jî çareser nîne. Li dera ku nêzî qulubeya telefonê ye ciyê ku xisar dîtiye wek ‘tênekevinê’ hatiye nivîsandin. Mehkûm çûne cem îdareyê diyar kirine ku hemî qawîş û nivînên nav qawîşan de şil bûne. îdare jî gotiye ‘me vê yekê ragihandiye’ û xwe kerr kiriye. Tu rêvebir qene nehatiye banê qontrol jî nekiriye.”

Malbatan diyar kirin ji ber ku qawîş dilop dikin hemî tewanên qawîşan derizî ne û ew endîşedar in ku dê tewana aliqandî hilweşe ser mehkûman de.

Malbatan idîa kirin ji ber ku mehkûman mexdûriyetên di girtîgehê de anîne ziman ew ji teref îdarê ve bi girtina girtîname û şandina wan a li girtîgehên girtî hatine tehdîtkirin.

Malbatan diyar kirin ji ber ku di van demên dawî de mehkûmên ji girtîgehên girtî derketine hatine yên vekirî qapasîteya girtîgehê tîje bûye. Lê ji vê astê zêdetir girtîgeh li wir hene. Dûvre malbatan wiha diyar kirin: “Di girtîgehê de pirsgirêka telefonê heye. Halbûkê pêwîst e ku pirsgirêkeke wiha tunebe. Di girtîgehê de nêzî 400 kesan mehkûm hene. Mimkûn nîne ku her yekî 10 deqîqe biaxivin. Mehkûmên ku pirsgirêkên wan hene carinan bi saetan diaxivin. Ev jî têra wan nake. Divê ku deriyên qawîşan di 23.00 an de were asêkirin. Lê di saet 20.00 an de tê girtin.”

Her wiha malbatan diyar kirin dema ku mehkûmeke di kareke de bixebite divê meblaxeke bistîne. Lê mehkûmên vê girtîgehê digel xebatê pere nastînin. Mal batan diyar kirin gor gotinên ku wan bihîstine gelek mehkûmên ku tixtor ji wan re qxebat qedexe kiriye di zeviyan de dixebitin.

Malbatan diyar kirin mehkûmên ku ji aliyê aboriyê ve rewşa wan baş e ji teref îdareya girtîgehê ve muemeleyeke din ji wan re tê kirin û di girtîgehê de di serî de tiryak gelek madeyên ku anîna wan a li girtîgehê qedexeye ne tên firotin. Di derheqê vê yekê de jî hat idîakirin ji bo ku mehkûmên din qala vê yekê nekin hatine tehdîtkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir