• DOLAR 32.319
  • EURO 35.11
  • ALTIN 2299.719
  • ...
Nişteciyên Gundê Herbecinê dûbare dûçarê şewatê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di nav 11 kesên ku di encama êrîşa li navçeya Baglara Diyarbekirê ji teref PKKê ve hat kirin de xizmên nişteciyên Gundê Herbecina gundika girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku 7 meh berê li gundê wan ji teref PKKê ve 15 ton teqemenî hatibû teqandin û di encama vê yekê de jiyana xwe ji dest dabûn jî heye.

Çelebî Yamanê ku di qetlîama Herbecinê de 2 bira, 8 pismam, mam û 5 biraziyên xwe ji dest dabû diyar kir ku di êrîşa ku li navçeya Baglara Diyarbekirê ji teref PKKê ve hat lidarxistin de yekî wê dergûş, 3 zarok bi tevahî 8 xizmên wî birîndar bûne.

Yaman wiha axivî: “Meta min, zarokên wê û neviyeke wê bi tevahî 8 kes di teqînê de birîndar bûn. Hemd ji xweda re ku em vê carê wek birîndar xelas bûn. Min di teqînê li Herbecinê de 2 bira, mam, pismam û zarokên meta xwe bi tevahî 16 kes ji dest da. Dê şewata me ya li Herbecinê neyê jibîrkirin. Lê dema ku ev şewta jî hat şewat li pey hev tên û pêşgiriya wê jî tune.”

“Tu kî diparêzî, tu parêzgerê çiy î?”

Yaman diyar kir bombeyên ku li navendên bajaran tên teqandin bes wehşet e. Dûvre Yaman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji wehşetê pêştir tu tişteke nîne. Ez vê gotina xwe her tim tekrar dikim û dê ez tekrar jî bikim. Ez dibêjin ku ji bo gelê xwe micadele dikim û radibim zarokên wê gelê dikûjim. Wê gelê ji holê radikim. Wê çaxê tu kî diparêzî? Tu parêzgerê çi yî? Heke tu wiha bikî tu parêzvanê min ninî. Gelê min jî ninî. Tu maşeya kî yî û ji bo kî xizmet dikî here wir…” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir