Li Bedlîsê qeza: 2 mirî 13 birîndar
Li navçeya Mutkana Bedlîsê di encama ku minubus têket nav şarampolê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin minubusa bi pleqeya 13 J 0077yê ya ku ajovanê wê Kemal Bagdagul bû di derdora gundên Meydan û Gumuşkanatê yên girêdayê navçeya Mutkana Bedlîsê ne de têket şarempolê.
Di qezaya ku Saddam Ocak (26) û Bunyamîn Aslanargun jiyana xwe ji dest dane de ajovan Bagdagul û rêwiyên bi navên Sabrî B, Nurullah O, Abdulmecît T, Mesut Y, Ecvet H, Ercan B, Hakan B, Abdulmenaf A, Ecevît K û 2 kesên ku nasnameyên wan nehatin diyarkirin birîndar bûn.
Piştî ku tîmên tendirustiyê çûn ciyê qezayê birîndaran rakirin nexweşxanetên dewletê yên Bedlîs, Mutkan û Tetwanê. (ÎLKHA)