• DOLAR 32.518
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2431.099
  • ...
Wezareta Karên Derve ji YEyê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ji daxuyaniya ku îro ji teref Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ve li ser navê YEyê hatiye dayîn re bertekek tund nîşan da.Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Daxuyaniya ku li ser navê YEyê hatiye dayîn nayê qebûlkirin.YEya ku ji teşebûsa darbê vir ve desteka ku me hêvî dikir neda me, mixabin di warê micadeleya bi terorîzmê re naxwaze Tirkiyê fêm bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “ YE di nezda milleta Tirk de di warê micadeleya  bi terorê de îtîbara xwe winda kiriye.Ji ber vê yekê   daxuyaniyên ku dê ji teref wan ve bên dayîn ji hêla me ve tu qedr û qiymeta wan nîne.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir