• DOLAR 32.519
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2424.202
  • ...
"Çek û tûndî pirsgirêkan çareser nakin, zirarê dide gel"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di bernameya ku ji teref Serokatiya Bajêr a Êlihê ya HUDA PARê ve hat lidarxistin de axivî. Yavuz ragihand ku çek û tûndî ev 40 sal e ku pirsgirêkan çareser nekiriye. Zirara herî mezin gel ji vê yekê dîtiye.

Yavuz diyar kir pêwîst e ku niyeta însanê bi destxistina rizayê Xweda û têketina behîştê û xwe dûrxistina ji dûjehê bibe. Dûvre Yavuz wiha axavtina xwe domand: “Wek HUDA PAR hedefa me ev e. Em bi vê niyetê derketine rê. Partiya me ji bo teblîx û irşada ku wezîfa meya eslî ye bes amûrek e. Armanc nîne. Armanca me ew e ku li ser vê yekê em ji welat û gelê xwe re xizmetê bikin. Xizmeta me ya herî mezin jî ew e ku em di çarçova nirxên welat û gelê xwe de bixebitin, van biparêzin û di vê bergehê de siyaseteke derêxin holê.”

 “Ev erdnîgareke mezlûm e”

Yavuz diyar kir ji ber ku rastiyên herêmê ji hişmendiyeke dûr pêk tê aramî tune. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li erdnîgara Kurdistanê de dijîn.  Ev erdnîgareke mezlûm e. Helbet hinek rastiyên dîrokî û civak-çandî hene. Çi dibe bila bibe heke siyaseteke ji van rastiyên dîrokî û civak-çandî dûr were meşandin dê wê çaxê wekê her derê li wir jî qaos, bêîstîqrarî û nearamî çêbe. Niha bûyerên ku em bal dikêşin serê diqewimin.”

“Ferq nexistin nav Tirk, Kurd, Ereban û zulm li wan kirin”

Yavuz di domahiya axavtina xwe de diyar kir ku di qerna herî dawî de di bin laîqtiyê de zulm li gelê Misliman hatiye kirin. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “90 sal berê ev pergal hat damezrandin. Ev pergal li ser 2 bingehan hat damezrandin. Yekî laîqtî ya din jî Tirkperestî. Gotin ‘dê em neteweyeke nû saz bikin’. Li ser laîqtiyê zulm li hemî Mislimanan kirin. Ferq nexistin nav Tirk, Kurd, Ereban û zulm li wan kirin. Di xerba welat de hişmendiya ku Xoce Atifê Îskîlîpî şehîd kirin di Şerqê de Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bi heman binasiyê şehîd kirin.”

“7 hezar zarok xistin vav çalan, ev însanê me ne”

Yavuz diyar kir ku ev 40 sal e însanên me dimirin. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Em şewata xwe têxin nav xwe. Bajarên me bûne wekê kavil. Qaos, anarşî, bê îstîqrarî… Gelo Aramiya me maye? Ne. 7 hezar zarok xistin vav çalan, ev însanê me ne. Ev yek bi tûndî û çekan nabe. Rêxistin dibêje ‘dê ez pirsgirêkê bi tûndiyê çareser bikim’. Ev 40 sal e nehatiye çareserkirin û dê neyê çareserkirin. Heke bi çekê bihatiba çareserkirin ev 40 sal e ku pêvajoyeke şerê heye. Pêwîst bû ku bihatibaya çareserkirin. Gelo hat çareserkirin? Ne. Nayê çareserkirin.”

Yavuz bal kişand ku ewladên vê gelê naxwazin zirarê bbînin. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em naxwazin kesên ku ji wan hez dikin jî bimirin. Çi qîz û çi law em dixwazin ji destê wan bigirin.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir