Yapıcıoglu li Entabê daxuyaniyên girîng da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di civîna ku bi endamên çapemeniyê re li Entabê li dar xist de daxuyaniyên girîng da.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di civîna ku bi endamên çapemeniyê re li Entabê li dar xist de di derbarê rojeva derveyî welêt û di derbarê rojeva nava welêt de daxuyaniyên girîng da.
Yapicioglu di daxuyaniya ku da de di derbarê operasyon û girtinên ku li dijî hinek parlementerên HDPyî û serokên şaredarîyên DBPyî hatin kirin de nirxandinan kir û destnîşan kir ji her sê partîyên ku komên wan di meclîsê de hene parlementerên ku di derheqê wan de lêpirsîn hatibû vekirin çûn dayîna îfadê, encax parlementerên HDPyî di serî de destnîşan kirin ku ew ê neçin dayîna îfadê.Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev girtin hatin kirin, dixwaze bila ev yek xelet be, dixwaze bila rast be!Lê belê faturaya van ji xelkê re birîn teqez çewt e.Tu hêla ve yekê ya parastinê nîne.Weke hûn jî dizanin di serî de ev êrîş ji teref TAKê ve hat li ser xwe girtin. Dû re jî hewil dan înkar bikin.Di encamê de ev êrîş ji teref rêxistina ku jê re TAK tê gotin ku ev yek jî girêdayî wan e ve li ser xwe hat girtin.Zihniyeta ku dema geşedaneke li gor dilê wî pêk neyê serî li şidetê dide, di 6-8ê Cotmehê de û dû re digel siyaseta çalan kete rêyeke ku em dikarin jê re bibêjin’destpêka dawiyê.’ Ger ku şidetê bidomînin ew ê jî di demekê nêz de bibînin ku ew gihaştine dawiyê û ew bi ber tûnebûnê ve diçin.”
Doza Yasîn Boru
Yapiciçoglu di derheqê girtina parlementerên HDPyî û di derheqê doza Yasîn Boru de wiha nirxandinan kir: “Hêj nayê zanîn gelo tu têkiliya binçavkirin û girtina parlementeran, nexasim jî girtina hevserokan bi hev re heye an na.Di çapemeniyê de di derheqê vê yekê de agahînin derketin.Lê belê hêj doza Yasîn Boru di asta dozgeriyê de ye.Berî ku doz bê vekirin malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan muracatî dozgeriyê kirin û teleb kirin da ku kesên ku bûyeran dane derxistin, hêzên ewlehiyê yên ku ji bûyeran re bûbûn temaşeker jî daxilî dosyayê bên kirin.Xwestin ku ew jî bên darizandin.Lê belê heta îro ne dozgerî û ne jî mehkeme telebê wan qebûl nekirin.Ger ku li dozgeriyê di derheqê kesên ku pêdanekirin de dosyaya lêpirsînê hebe divê ev dosya daxilî doza Yasîn Boru bê kirin.”
Operasyona Rakkayê
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir operasyona Rakkayê ya ku zû de ve qala wê dihat kirin dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Di derbarê vê mijarê de di çapemeniyê de derket ku gavên ewil di vî xalî de hatine avêtin.Weke ku hûn jî dizanin dema ku operasyona Mûsilê dest pê kiribû tiştekî wisa hatibû gotin ‘Li rojavayê Mûsilê dê ji bo DAIŞî vekişin Rakkayê menfezek vekirî bê hêlin. ’Ez ne pîsporê stratejiya eskerî me.Armanca operasyoneke eskerî ya ku dê li dereke bê kirin ger ku ji destên hêmanekê xelaskirina herem, bajêr, gund û parçeya axa be, vekirî hiştina mezfezê tiştekî rast e û hereketeke bi mantik e.Ger ku ew der seranser bên dorpêçkirin îxtîmal e ku li wê derê berxwedan bi şiddettir bibe û şereke man û nemanê biqewime.Weke tê zanîn ji rexekî ve operasyona Mûsilê berdewam dike û ji rexê din ve jî li dijî Rakkayê operasyon hat destpêkirin , bi vê yekê dibe ku peyameke wiha bidin DAIŞa li Mûsilê ‘Emanet ha bi vî rexî de neyên, heta ji desten we tê li ber xwe bidin.’Ez dixwazim bala raya giştî ya navneteweyî bikşînim li ser vê derê.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir komele û yekîtiyên dadger û hakiman ên li Elmanyayê û Îsvîçreyê arîkariya maddî ji nêzî 4 hezar dozger û hakimên ku ji FETO ji peywirê dûr hatine dûrxistin re kirine .Yapicioglu dû re wiha pê de çû: “Ev tişt jî tiştekî nîşanî me didin.Ew kesên ku li Sûriyê û Iraqê tevlîhevî derxistin hêj hêvîdarin ku Tirkiyê jî tevlîhev bikin.Hêj destek û piştevaniyê didin taşeronên xwe yên ku li vê derê wan bi kar anîne.Hêj wan tehrîk dikin.Pêşî Lîbya,Misir, Iraq, Sûriye, Yemen û dû re jî gelo Tirkiye ye? Ger ku em ne hişyar bin û haya xwe ji xwe nekin û li gotinên xwe miqate nebin, mimkûn e ku ew agir bipêkî van deran jî.”
Di civînê de rojnamegerek ji ber ku ji Yapicioglu di derbarê tewr û helwesta HUDA PARê ya li dijî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de pirsek kir, wiha bersiv da: “Xweda mihafeze bike, ger ku teşebûsa darbê bi ser ketibana dê ji wê hemû kes zirar dîtibana.Ji ber vê yekê çawa ku me fêm kir ev yek darbe ye, me xwe berda kolanan. Tiştê ku ji destên me hat me kir.Dema ku me van tiştan kir tu carî ji tu kesî ne îltîfat û ne jî teşekurek hêvî nekir.Ger ku sibe dîsa tişteke bi vî awayî pêk bê em cardin vê helwest û tewrê dubara bikin.Weke min got, em tiştekî ji tu kesî hêvî nakin.Her wiha bi ya me divê hemû kes jî di rewşên wisa de tiştekî hêvî nekin.Di warê têkiliyên me yên bi hikûmetê re de jî beriya darbê rewş çawa be piştî darbê jî ew e.Tiştekî ku hatiye guhartin nîne.Em li vî welatî dixwazin têkilîyên xwe bi temamê partîyên siyasî re pêş bixin. AK Partiyê ku di hikûmetê de ye yek ji van partiyan e.”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala sedemên tevlîhevîyên li welatên Îslamê kir û destnîşan kir sedema vê tevlîhevîyê emperyalîst in, emperyalîst cudahiyên qewmî û mezhebî bikaratînin û tevlîhevî û aloziyê di welatên Îslamê de derdixin, ji vê yekê re mînaka herî delal meseleya Sûriyê û Mûsilê ye.
Yapicioglu diyar kir bi êrîşa bombeyî ya li ku li Entabê li cihê dawetekî hat kirin hat xwestin agirê li Sûriyê li vî welatî bê pêxistin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger ku em ne bi dîqet û hişyar bin dê ev agir bipêkî vê derê sînor û dê bibe sedema agirên mezintir.Ew ê li cûrbecûrên cografyaya ummetê belav bibe.Roj ne roja qalkirina îxtîlaf û cudahiyan e.Di pêvajoyeke ku tê de ji derve ve ew qas êrîşên bêperwa tên kirin de divê em digel Sûnnî,Şîî,Elewî, Kurd, Tirk û Ereb biratiya xwe bi bîr bînin.Bi heman awayî divê neyê jibîrkirin piştî ku emperyalîst ji vê derê qewirîn re em ê digel hev li vê derê bijîn.”
Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de di derheqê nîqaşên îdamê de destnîşan kir ger ku cezaya îdamê bê anîn jî ev ceza ji bo sûcên ku berî derxistina cezayê îdamê hatine kirin nikare bê tetbîqkirin.(ÎLKHA)