"Em dixwazin ew kesên ku ji qetilkirinan re bûne sedem jî bên darizandin"
Malbatên ku beşdarî doza ku tê de bersûcên qatil ên Yasîn Boru û hevalên wî tên darizandin bûn destnîşan kirin bila kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin jî bên darizandin.
Doza ku tê de bersûcên qatil ên Yasîn Boru hevalên wî tên darizandin taloqî 5ê Berfanbara sala 2016an hat kirin.Malbatên ku beşdarî dozê bûn di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kirin.
Malbat destnîşankirin doz tên bêcîddîyetkirin û teleb kirin bila Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demîrtaş, Serokê berê yê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak û Serokê Bajêra DBPê Zubeyde Zumrut jî di asta kesên ku bûyeran pêdankirin bên darizandin.
Mustafa Boruyê ku apê Yasîn Boruyî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir di dosyaya dozê de gelek kêmasî hene û wiha pê de çû: “Dîsa ji ewlehîya Diyarbekirê agahî nehatiye vê derê.Şikayetên ku me dabû ewlehî û dozgeriya Diyarbekirê li vê derê xuya nakin.Ev kêmasî ye.Polêsên paralelîst hinek agahiyan tahrîb kirin.Agahiyên ku hatine tahrîpkirin di dozê de xuya nakin.Bersûc dibêjin doz bê ciddî tê meşandin lê ew bi xwe bê cîddî ne.”
Boru di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di mehkemê de bersûcek gotiye ku ‘We serokên me xistin hundir’ û ji rewşê re bertek nîşan da û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li mehkemê bersûcek got ku ‘Ji ber ku em Kurd in ev tişt li me tên kirin’ dû re jî weke ku ne bes bû got ku ‘We serokên me avêtin girtîgehehê.’ Hewil da bi Kurdî biaxive, lê ji ber ku nizanîbû axavtina xwe bi Tirkî domand.Jê bawer nakim ku ew Kurd be, lewra ew sbi Kurdî nizanîbû.Digel ew şehîdên ku wan qetilkirin temam Kurd bûn.Hetta dêya şehîdî li mehkemê bi Kurdî axivî, mehkemê jî bi wesîleya tercuman li wê guhdar kir.”
“Ez dixwazim rayedarên HDPê li mehkemê bên darizandin”
Boru di berdewama axavtina de destnîşan kir bila kesên ku vê qetlîamê danepêkirin jî bên darizandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me hêj ji serî ve daxwazname da da ku rayedarên HDPê di nava vê darizandinê de bin, lê belê li mehkemê nedarizandin.Em dixwaz ew li vê mehkemê bên darizandin.Lewra musewbbîbên esil ew in.”
“Bila Demîrtaş, Kişanak û Zumrut tevlî dosyayê bên kirin”
Mehmet Gokgozê ku bavê Hesen Gokgozî ye jî di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “ Em dixwazin ev mehkemê bi adilane bê kirin.Di niştinê de bersûc dibêjin ku ew tên mexdûrkirin.Baş e, gelo ew mexdûr bin , kesên ku ne mexdûrin kî ne?Hewil didin xwe mexdûr nîşan bidin.Wekî din jî bersûc dibêjin ku ew Kurd in.Baş e, ma em ne Kurd in?Em bi şikleke baş nizanin bi Tirkî.Lawê min ma ne Kurd bû? Lawê min ji feqîran re goşt belav dikir, feqet tu heta êvarî ji terorîstan re arîkarî dikirî. Her wiha bila Demîrtaş, Kişanak û Zumrut tevlî dosyayê bên kirin.”
“Ji bo Demîrtaş bê darizandin em ê dilekçe bidin dozgeriyê”
Oztekîn Dakakê ku bavê Huseyîn Dakakî ye jî wiha axivî: “DI dozê de bêciddîyetî heye.Wiha xuya dike mehkeme ne mehkemeyeke adil e.Em edaletê ji Xwedê hêvî dikin.Me berî niha daxwaz kir ku Demîrtaş, Kişanak û Zumrut di vê dosyayê de bin, lê kesî me guhdar nekir.Di demeke nêz de em ê digel malbatên şehîdan dîlekçê bidin dozgeriya Diyarbekirê da ku Demîrtaş wek kesên ku bûyeran pêdankirin bê darizandin.”(ÎLKHA)