• DOLAR 32.432
  • EURO 34.468
  • ALTIN 2486.8
  • ...
Panîka ku piştî êrîşê çêbû ji teref qemereyan ve hat qeydkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşa ku li Diayrbekirê ji teref PKKê ve bi wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin û di encama êrîşê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan bû sedema tirs û panîkê. Ev tirs û panîk ji teref qamereyan ve hat qeydkirin.

Di Dibistana Yahya Kemal Beyatli de dema ku êrîş çêdibe û bi sedan xwendekar ji polan derdikevin û direvin qorîdoran. Ev dem dem bi dem ji teref qemereyan ve hatiye qeydkirin.

Di qeydê de tê dîtin ku xwendekarên biçûk dema ku êrîş pêk tê ji tirsan destê xwe têxin guhên xwe û mamosteyên wan jî hewl didin ku xwendekaran aram bikin.

Mamosteyên ku xwendekaran di qorîdorê de dicivîne ji bo ku bi zarokan bawer bibe wan qontrol dike. Tê dîtin ku hinek xwendekar şoq derbas dikin û hinek jî digirîn.

Weliyên ku teqînê bihîstin revîn dibistanan

Weliyên xwendekaran a ku demeke kurt a piştê teqînê revîne dibistanan wek endîşedar û telaş zarokên xwe ji dibistanê digirin û ji wir dibin.

Hinek xwendekar birîndar bûn

Her wiha di qeydan de tê dîtin xwendekareke ya ku destê dayîka xwe girtiye bi şiklekî sivik ji ser û rûyê xwe birîndar bûye. Tê dîtin ku xwendekareke din jî ji serê xwe bi şikleke sivik birîndar bûye û ji malê 2 kes tên wê ji wir dibin.

Di dikaneke ya ku nêzî ciyê teqînê bû de jî di qeydên qemerê de tê dîtin ku bi teqînê re hejeke mezin çêdibe û di heman demê de ax û xwelî ji erdê bilind dibe. Dikandar bê birîn ji dikanê derdikeve.

Di qemereke din a dikanek de tê dîtin ku 2 mişterî û esnaf panîk dikin. Tê dîtin ku camên maleke a ku ji ber êrîşê hildiweşe dikeve ber mişterî û esnafê. Meşteriyeke jî milê xwe digire û ji wir dûr dibe.

Di qeydeke din a ewlehiyê de jî tê dîtin ku pîrekeke ya ku dergûşa wê ber singê wê ye û qîza wê ya biçûk di nabeyna perçeyên caman de hewl didin da ku birevin.

Herî kêm 10 hezar însan bandordar bûn

Piştî ku bi 3 ton teqemenî êrîş ji teref PKKê ve hat lidarxistin li herêmê ji 100an zêde avahî zirarê dîtin û nêzî 20 avahî jî bûn wek kavil. Herî kêm 10 hezar însan bandordar bûn. Wekê ku tê zanîn di êrîşê de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 378 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha 10 kes jî bi hinceta ku têkiliya wan bi teqînê re heye jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir