Siyasetmedar doza Yasîn Boru ji ÎLKHAyê re nirxandin
Siyasetmedarên ku li 9emîn niştina doza Yasîn Boru dişopandin piştî dozê niştinê ji ÎLKHAyê re nirxandin.Siyasetmedar di nirxandina ku kirin de destnîşan kirin ku ew hêvî dikin di demekê kurt de kesên sûcdar bên cezakirin.
Her weke ku tê zanîn bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demîrtaş terefdarên PKK/HDPê xwe berdebûn kolanan û Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hesen Gokgoz bi şikleke wehşîyane qetil kiribûn.Îro 9emîn niştina dozê li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin.
Parlementera Stenbolê ya AK Partiyê Ravza Kavakçi di derbarê mijarê de destnîşan kir ew jî wek çavdêr beşdarî dozê bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro di dozê de kesekî bersûc diyar kir ‘serokê min î giştî hat girtin’ û diyar kir ku ew mehkemê û Komara Tirkiyê nas nakî.Ji xwe em dizanibûn ku sedema bûyerên ku Yasîn û hevalên wî tê de hatin qetilkirin bi banga Demîrtaş ve girêdayîne. Bi qasî ku min fêm kiriye ev yek dê di mehkemê de wek hêmanekê bê nîşandan.”
Kavakçi di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew hêvî dikin ku cardin qetlîamên bi vî awayî pêk neyên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayên me yên Kurd ji teref wan terorîstên ku îddîa dikin ew mafên Kurdan diparêzin ve hatin qetilkirin ku ev yek dilê me dişewitîne. Ji bo me tu carî cudahiya Kurd-Tirkan tunebû, lê îro li mehkemê yek, du bersûc dibêjin ku ‘Ez ji bo ku Kurd im li vê derê me’ ku ev yek bi pirsgirêk e, ev yek me xemgîn dike, lewra hemwelatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dan jî Kurd bûn.”
“Ez hêvî dikim temamê kesên ku fail in cezaya ku heq dikin bistînin”
Kavakçi di berdewama axavtina xwe di derheqê tevlîkirina dozê yê Selahaddîn Demîrtaş de wiha axivî: “Ev yek qerareke ku hakim û dozger bidin e.Em wek çavdêrekê ji bo destekê bidin dozê li vir in.Encax di derheqê van girtinan de di çapemeniya mehelî û biyanî de gelek tişt derdikevin.Me berî vê çend mehan ji bo destnedayîna parlementeran bê rakirin dengdayînek kir.Pêşî di komîsyona edaletê de dû re di komîsyona meclîsê de hat qebûlkirin.Piştî vê yekê parlementerên ku ji wan re dawet hat çûn îfadeya xwe dan.Lê belê mixabin ji xeynî çend parlementerên HDPyî yên din diyar kirin ew ê îfade nedin. Hiqûqê ku ji bo hemwelatîyê ji rêzê re dihat tetbîqkirin ji wan re jî hat tetbîqkirin û wan anîne dozgeriyê.Em pêvajoyeke bi vî awayî dijîn.Ez hêvî dikin him doza Yasîn Boru û him dozên din di demeke kurt de bên encamdayîn û temamê kesên ku fail in cezaya ku heq dikin bistînin.”
“Ez difikirim ku ev pêvajoya darazê ya ku ev bû 2 sal berdewam dike ji bo malbatan êdî bûye êş û zehmetiyek”
Serokê Berê yê Sûra Diyarbekirê Cemal Toptanci jî di derbarê mijarê de nirxandinan kir û wiha pê de çû: “Berî vê du salan Yasîn û hevalên wî bi wehşîyane hatin qetilkirin.Însanetî wehşeta ku nexasim li Yasîn hatiye kirin nikare li temamê dinayayê bibîne.Divê edalet tecellî bike. Ez difikirim ku ev pêvajoya darazê ya ku ev bû 2 sal berdewam dike ji bo malbatan êdî bûye êş û zehmetiyek.Mehkemê neqlî Enqerê kirin ku ev yek jî ji bo malbatan bû bareke maddî û bûye sedem ku pêvajo dirêj bibe.Bersûcên ku tên darizandin miheqqeq divê bên cezakirin û pêwîst e ev ceza demidest bên dayîn.Temamê Kurdên Misliman û temamê dinyayê li benda vê yekê ye.Ev yek edaleta beşerî ye.Elbet edaleta Îlahî jî bi şikleke cuda li benda wan e.Em ji vê yekê re îman dikin.Ez hêvî dikim ez doz hêj neyê dirêjkirin.Bila demildest qerar bê dayîn da ku ev kes bên cezakirin.”(ÎLKHA)