• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Ev qetlîama wehşî dijî mirovahiyê hatiye kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûnerên jin ên saziyên civakên siwîl yên ku ji bo 9 emîn niştina Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî bişopînin ji Stenbolê hatin Enqerê daxuyaniya çapemeniyê dan. Wan destnîşan kirin ku qetlîama 6-8ê Cotmehê dijî hemî însanan hatiye kirin.

Daxuyaniyê li ser navê jinan Tuba Albayrak li ber saziya dadgehê xwend. Albayrak diyar kir ku kesên ku bi bangewaziya PKK/HDPê derketin kolanan ji ber nasnameya wan a Îslamî Yasîn Boru û hevalên wî qetil kirine. Ev qetil dijî hemî însanan hatiye kirin.

Albayrak ragihand ku wek nûnerên jin ên saziyên civakên siwîl û saziyên jinan ew li Dadgeha Enqerê ye. dûvre Albayrak wiha daxuyaniyê domand: “Caniyên çavsorî yên ku piştî bangewaziya rêvebirên PKK û HDPê bi çek û çovan derketine kolanan di dîroka 7ê Cotmeha 2014an de li Anadola Rojhilat û Rojhilata Başûr li gelek deran qetlîam kirin. Bes ji ber nasnameya Mislimantiyê bi îşkencan hatin kuştin. Di dîroka 7ê Cotmeha 2014an a ku roja 4 emîn a Îda Qurbanê bû de dema ku goşt belav dikirin di rêya qencî û alîkariyê de xwînxwarane hatin qetilkirin. Em ji bo ku hesaba ewladên xwe bipirsin li vir in. Em ji bo pirskirina hesaba ku zarokên me bi wehşiyane di wan rojên tarî de hatine qetilkirin qêrîna xwe ya edaletê diyar bikin li vir in.”

“Em ji bo ku zalimên esas werin darizandin û cezakirin li vir in”

Albayrak diyar kir ku ew ji kesên vê qetlîamê dane kirin werin darizandin li vir in. Dûvre Albayrak daxuyaniyê wiha domand: “Di 7ê Cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgozên ku em rê wan di nabeyna salên 16-26an de digûheriya di rêya qenciyê de di kolanan ku alîkarî dikirin de di roja mibarek a Îda Qurbanê de hatin qetilkirin. Wek dayîk û jinên ku di komên civakên siwîl de keda wan hene em diyar dikin ku dê xwedî li dozê derkevin û dev ji vê karê bernedin. Wek dengên hêtîm, bêhêz, belengaz û mezlûman em li vir in. Em ji bo kesên ku wan kuştine û yên wan dane kuştin werin cezakirin li vir in.”

“Divê ku hemî berpirsyar cezaya heq dikin bistînin”

Albayrak wiha dawî li adxuyaniyê anî: “Dê em bibin şopînerên midaxîlkirina vê dozê yên kesên ku dengê xwe ji vê yek re dernexistine, di midaxalê de dereng mane û ji bo ku delîlên di derheqê vê yekê de werin windakirin çi cezayê heq dikin bistînin. Wek dayîk em ji bo ku hesaba wan tacirên xwînê ji wan bipirsin li vir in. Em ji bo hesaba kesên ku hêj şerim nakin xeber didin, xwe li pişta gotinên demokrasî û aştiyê vedişêrin, bi derewa hîlegeran ên wekê ‘em temsîlkarên gelê Kurd in’ derînin holê bînin bibîranîn li vir in. Di serî de dayîkên şehîdan em hemî bendewarê edaletê ne. Ev qetlîama wehşî dijî mirovahiyê hatiye kirin. Ji bo ku wehşeteke din a wiha neqewime divê ku hemî berpirsyar cezaya heq dikin bistînin.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir