• DOLAR 32.518
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2431.099
  • ...
"Rayedar li me guhdar nakin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dikandar bi heman awayî destnîşan kirin ew mexdûriyetên gelek mezin dijîn  û ew perîşan in.

Aydin Mavîgozê ku li navçê dikandar e destnîşan kir ew ji 14ê Adarê vir ve dikana xwe qet venekiriye û wiha pê de çû: “Di 14ê Adarê de destnîşan kirin piştî seat 12.00an dê derketina derve bê qedexekirin.Me ji xwe re got em ê bi şiklekî li vê derê jiyana xwe bidomînin.Lia bin mala me re teqînek pêk hat.Çend kes di vê teqînê de birîndar bûn.Piştî wê teqînê xelk tirsiya, dikanên xwe girtin û dest bi terikandina navçê kirin.”

Mavîgoz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî pevçûnana ew digel malbata xwe li gund bi cî bûye û mecbûr mane ku digel 15 kesan di malekê de bimînin.Mavîgoz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku qedexe hat rakirin re ez vegeriyam Nisêbînê.Min dît ku telan kişandine vê derê.Derbasbûna têlê qedexe bû.Hemû tiştên min di dikana min de bûn.Min dît ku deriyê paş a dikana min hatiye şikandin, malzemeyên ku dê kêrî wan bên hinek kesan biriye.Ji xwe yên ku mabûn jî bûbûn loda çopê.Ez hewil didim wan malzemeyên ku  ez ê karibim îade bikim paqij bikim û yên din jî ez  davêjim çopê.”

 “Hevalê min  ê ku xwediyê 10 daîreyan bû a niha nikare malekê bi kirê bike”

Mavîgoz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dikanên wan bi mehan girtî man  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “8 mehan dikanên me girtî man.Di vê pêvajoyê de em nikaribûn nêzî dikanên xwe bibin.Min debara xwe tenê bi vê dikanê dikir.Dema ku ez li gund bûn 500 TL ji bo kirê dan min û dema ku ez hatim vê derê jî 1000 TL dan min û ji van pê ve tu pere nedan min.A niha 2 zarokên min li Îzmîrê mehane bi 300 TL dixebitin.Kesên ku ji min zêdetir mexdûr bûne jî hene.Hinek kes hene ku ji bo tê de bijîn nikarin zîrzemînekê jî peyde bikin.Malên hemû kesî bûye kavil û enqaz. Hevalê min  ê ku xwediyê 10 daîreyan bû a niha nikare malekê bi kirê bike.”

Her wiha dikandarê bi navê Şerîf Cengîz jî di derbarê mijarê de nirxandinan kir û bang li rayedaran kir da ku mexdûriyetên wan bên çareserkirin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir