• DOLAR 32.339
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2308.229
  • ...
Numan Kurtulmuş: Parlementerê HDPyî li Colemêrgê hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş piştî civîna  Lijneya Wezîran daxuyaniyek da.Kurtulmuş di daxuyaniya ku da de destnîşan kir Parlementerê  Colemêrgê yê HDPê  Nîhat Akdogan di têketina Colemêrgê de  hatiye binçavkirin.

Kurtulmuş di berdewama daxuyaniya xwe de wiha destnîşan kir: “Di derheqê 15 parlementeran de qerara girtinê hebû.Heta niha 12 ji wan  hatin girtin.Mehkeme di derheqê 9an qerara girtinê û di derheqê 3an de jî berdana şerta kontrola edlî da.3 parlementer jî firar in. Ji van parlementerên firar, Parlementerê  Colemêrgê yê HDPê  Nîhat Akdogan di têketina Colemêrgê de  hatiye binçavkirin.”

Êrîşa bombeyî ya li Diyarbekirê

Kurtulmuş di berdewama axavtina xwe de di derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê hat kirin de jî wiha destnîşan kir : “Ev êrîşa ku hat kirin ji teref ajanseke xeberan a navneteweyî ve li rêxistineke din a terorê hat malkirin û ji stûyê PKKê hat derxistin.Lê belê di 3 axavtinên telsizan de ji ser kesê bi kodnavê ‘Kemal’ agahî hatin teyîtkirin.Hat teyîtkirin ev êrîş ji teref TAKê ve hatiye kirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir