• DOLAR 32.573
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2426.93
  • ...
"Pêwîst e di derbarê kesên ku vê dane kirin de lêpirsîn were kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 9 emîn a Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgozê ku piştî bangewaziya Hevserkê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş hatibûn qetilkirin di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de dest pê kir.

Serokatiya Şaxa Jinan a Navenda Giştî ya AK Partiyê beriya niştinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin divê dosyeya Hevserkên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî daxîlê dosyeya vê dozê bibe.

Daxuyaniyê Serokê Karûbarên Hilbijartinê ya Serokatiya Şaxa Jinan a Navenda Giştî ya AK Partiyê Parêzer Zeynep Gulyilmaz xwend.

Gulyilmaz ragihand ku Yasîn Boru û hevalên wî wehşiyane hatine qetilkirin. Dûvre Gulyilmaz wiha axavtina xwe domand: “Di heyama vê vûyerê de Yasîn Boruyê ku hêj 16 salî bû û hevalên wî ji bo ku goştê qurbanê belav bikin derketibûn derve kolanan dizivirîna. Ev çendîn bar hatin kêrkirin, biç ovan hestiyên wan şikandin, wan ji pencerê avêtin, erdê ve wan kaş kirin, îşkenceyan li bedena wanê bê ruh kirin û herî dawî jî wek şewitandî wan wehşiyane qetil kirin. Bi van cinayetên ku xwînxwarane pêk anîne xwepêşaneke dijî însanên li herêmê yên ku wekê wan nafikirin bidin nîşandan. Rastî armanca wan ew bû ku yekitî, biratî û aşitiya li Tirkiyê xera bikin.”

Gulyilmaz bal kişand ku Hevserkên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag vê yekê bi gel dane kirin. Dûvre Gulyilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di raya giştî de bi taybet di heyama hilbijartinê de Hevserkên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag her tim qala aşitî, biratî û mafên însanan dikirin û propexendeya HDPya ku kesên wekê wan nedifikirîna wek faşîst dihesiband dikirin. Di medyaya civakî û qadan de wek şîfahî berdevkiya PKKya rêxistina terorê kirine. Di şeva van bûyeran de wan bangewazî li gel kirine da ku gel derkeve kolanan. Ev yek jî bûye sedema qetlîama gel. Di serî de mafa jiyanê hemî mafên însanan ji wan hatine sitandin.”

Gulyilmaz wiha axavtina xwe domand: “Gor îddîanameya ku bi hinceta ewlehiyê di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat domandin bes di derheqê kesên ku têkiliya wan bi bûyerê re heye lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev yek him canê malbatên mexdûr şewitandiye him jî wîjdana raya giştî nerehet kiriye. Ji bo ku bûyerên Yasîn Boru yên nû pêk neyê divê kesên ku vê yekê dane kirin jî werin darizandin. (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir