• DOLAR 32.576
  • EURO 34.892
  • ALTIN 2428.647
  • ...
Cemiyeta Mafên Mirovan: Di êrîşê de xelk hat hedefgirtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku dê bê bîran berî vê çend rojan li navçeya Baglara Diyarbekirê ji teref PKKê ve bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatibû lidarxistin û di êrîşê de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 378 kes jî birîndar bûbûn. Navenda Giştî ya Cemiyeta Mafên Mirovan di derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê hat lidarxistin de daxuyaniyek da, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin di êrîşê de xelk hatiye hedefgirtin û wiha hat ragihandin: “Em mecbûrin li dijî temamê çalakîyên ku tê xwestin bi wan tevlîhevî û alozî bê derxistin  dengê xwe bilind bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin êrîşa bombeyî bi geşedanên heremî û kûrewî re têkîldar e û wiha pê de hat çûyîn: “Berî niha jî çalakîyên mîna vê hatibûn lidarxistin û  hizûr û aramîya civakî hatibû hedef girtin.Ew kesên ku van çalakîyên wehşîyane kirine û dikin cardin nîşan kirin ku xelk qet ne xema wan e.Ev zihnîyeta ku ji bo berjewendiya xwe heq û azadiyan  û ewlehîya can û mal a xelkê îhlal dike  êdî temamê civakê xistiye hedefa xwe.Dema ku bûyer û geşedanên heremî û kûrewî  bên nirxandin  dê bê dîtin ku ev çalakî bi hisab û orgîneze  hatine kirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin divê ewlehiya can û mal a xelkê  bê sazkirin û wiha pê de hat çûyîn: “Em vê êrîşê wek wehşetê dinirxînin  û şermezar dikin.Em ji vê derê bang li hikûmetê dikin.Ewelen divê êrîşkar bên girtin û bi heman awayî  divê tedbîr bên standin da ku ewlehîya can û mal a xelkê bê tertîpkirin.”

Ji bo temamê metna daxuyaniyê bitikenin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir