• DOLAR 32.346
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2310.411
  • ...
Dawî li xwîndariya 21 salî hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Norşêna Bedîsê di Gundê Balekan de di nabeyna malbata Guldalê de ev 21 sal bû ku xwîndarî hebû. Xwîndariya ku ku çendîn sal berê dest pê kiribû bi aşitî bi dawî bû.

Li navçeya Norşêna Bedîsê di Gundê Balekan de xwîndariya ku di sala 1996yan dedi nabeyna malbata Guldalê de dest pê kiribû bi hewldana ji şêxên Nexşîbendî Şêx Abdulkerîm Çevîk dawî lê hat.

“Heke em hişê xwe nedin serê xwe dê kufr lîstika xwe ya bi me re bidomîne”

Şêx Abdulkerîm Çevîk bal kişand ser biratiya di Qur’ana Pîroz de û wiha pê de çû: “Xwda Mislimanan wek bira xulq kiriye. Dema ku di nabeyna kesên ku Xweda wan wek bira xulq kiriye de xisûmet û dijmintî çêbe tê fermankirin ku birayên din têkeve nabeyna van birayan û wan li hev bînin. Hiqûqeke biratiyê heye. Lewra Pêxemberê me (sxl) di hedîseke xwe dewiha ferman dike; ‘Yekî ji we heke tişta ku ji bo xwe dixwaze bi heman şiklê jî ji birayên xwe yên Misliman re nexwaze bi şiklekî heqîqî bawerî neaniye.’ Di pîvana ku Pêxemberê me (as) diyar kiriye de pêwîst e tiştên ku em ji xwe re dixwazin em bi heman şiklê li kû derê dibe bila bibe ji birayên xwe yên Misliman re jî bixwazin.”

“Kufr me perçe perçe kiriye”

Her wiha Çevîk bal kişand ser lîstika ku kufr li ser alema Îslamê dilîze. Dûvre Çevîk axavtina xwe wiha domand: “Bila aşitiyên wiha bibe wesîla aşitiya Umetê. Bila bibe wesîla azadiya Îslamê. Îro ji çar terefê dinyayê kufir hewl dide ku projeyên xwe yên li ser alema Îslamê pêk bîne. Sedema vê yekê ew e Mislimana ku tişta ji xwe re dixwaze ji birayên xwe re naxwaze. Îro wek Misliman em di rewşeke wisa de ne îş û karê me ew e ku em bira û xizmên xwe zelîl bikin. Îro dema ki mirov lê mêze dike li Sûrî û Iraqê di temamê erdnîgara Îslamê de kufr bi me re dilîze. Kufr me perçe perçe kiriye.”

 “Çareya me ew e ku em xwe li Qur’anê bigirin”

Çevîk di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku çareya Misilmanan ew e ku xwe li Qur’anê bigirin. Dûvre Çevîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çareya me bes ew e ku em xwe li Qur’anê himbêz bikin. Heke em hikmên Qur’anê berî li nefsa xwe, dûvre di malbata xwe, welatê xwe de tetbîq bikin dê Xweda ulfet û biratiyê bike nesîb. Îro dê em biratî û aşitiyê di nav mala xwe de jî tetbîq bikin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir