• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Berteka Diyarbekiriyan a ji êrîşa bombeyî re didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Diyarbekiriyên ku di êrîşê de mala wan zirarê dîtiye û yên ji semtên din hatibûn ji êrîşa ku li navçeya Baglarê wek bombeyî ji teref PKKê ve hat lidarxistin re bertekên tûnd nîşan dan.

Diyarbekiriyên ku ji semtên cûr bi cûr hatibûn dîmenên mintiqa ku di encama êrîşê de derketibûn holê destnîşan kirin ku di encama êrîşê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 378 kes jî birîndar bûbûn kişandin. Wan destnîşan kirin ku wek Diyarbekirî ev vê yekê qebûl nakin.

Mexdûrên ku dûçarê êrîşê bûne eşyayên xwe yên ku tên bikaranîn berhev dikin û dibin malên ku ji nû ve kirê kirine. Her wiha hat dîtin li ciyê ku êrîş pêk hatiye zêde ewlehî tune. Kesên ku karê xurdefiroşî dikin eşyayên ku êdî nayên bikaranîn berhev dikin.

“Bila hemî parlementer yên wan bibin bes bila dev ji me berdin”

Diyarbekiriyan wek bertek destnîşan kirin zilma ku Îsraîl li Filîstîniyan dike heman zûlm jî li wan tê kirin.

Pîrekeke ya ku ji êrîşê re bertek nîşan da wiha axivî: “Hûn dibînin. Wekê ku Îsraîl êrîşê Flîstînê kiriye. Qey em Misliman nînin? Ev zulmeke çawa ye? Bila hemî parlementer yên wan bibin bes bila dev ji me berdin. Ji hilbijartinê pê ve tu tişt nema ku neanîn serê me. Em guneh hinin? Erm Misliman nînin? hinava me dişewite.”

Sultan Yavuzera ji nişteciyên mintîqê diyar kir dema ku êrîş hatiye lidarxistin ew di xew de bûne. Piştî êrîşê ew û zarokên wê di nav xwînê de mane.

“Çendîn sal berê mêrê min wefat kir, niha jî ez li derve mam”

Yavuzer diyar kir ku mêrê wê çendîn sal berê wefat kiriye. Piştî mirina mêrê wê ew û zarokên wê bi zarokên xwe ve di lama xwe ya ku di encama êrîşê de xisaarê dîtiye de dimînin. Dûvre Yavuzer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em di xew de bûn teqîn çêbû. Hemî zarokên min di nav xwînê de man. Çendîn sal berê mêrê min wefat kir, niha jî ez li derve mam. Yên ku vê yekê kirine însan nînin. Em hemî Kurd in û bira ne. Çima ev yek hat kirin? Qey em însan nînin? Em zirarê didin hev. Çi dibe bi gel dibe. Mala min xera bû. Ez nikarim mala xwe ava bikim. Bila dewlet xwedî li zarokan derkeve. Em bê pêlav û gore li kolanan in. Tu kesî alîkariya me nake.”

“Xweda qehra xwe li kesên ku vê yekê kirine bike”

Sadik Tekînê ku ji navçeyeke din a Diyarbekirê hatibû wir diyar kir dema ku wî menzerê dîtiye pir heyîriye. Dûvre Takîn wiha axivî: “Menzere pir sawnak e. Xweda qehra xwe li kesên ku vê yekê kirine bike. Zivistanê van însanan mexdûr kirin. Ev îşê însanan nîne. Ev menzere dereînsanî ye.”

Mahfuz Eryilmazê ku mala wê di êrîşê de texrîb bûye jî wek bertek wiha diyar kir: “Ev menzera ku em dibînin rastî sawnak e. Ev li bajarê me ya ku berê pêxember û sehabî jiyane nayê. Gelê me vê yekê heq nakin. Ev cezayeke giran e.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir