Sebahat Tuncel sewqê dadgehê hat kirin
Sebahat Tuncela Seroka Giştiya Partiya Herêmên Demoratîk bi daxwaziya girtinê sewqê dadgehê hat kirin.
Ji teref Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve di dergaqê Sebahat Tuncela Seroka Giştiya Partiya Herêmên Demoratîk de bi hinceta ‘endambûna rêxistina terorê ya çekî û kirina propexendeya terorê’ sewqê dadgehê hat kirin.
Tuncela ku di 4ê Mijdarê de hatibû binçavkirin piştî muemeleya wê ya li ewlehiyê sewqê dadgehê hat kirin. (ÎLKHA)