• DOLAR 32.56
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2418.497
  • ...
Êrîşa Diyarbekirê TAKa niçika PKKê girt ser xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref endamên weşanê ya PKKê ve tê lidarxistin de wiha hat diyarkirin: “Çalakiya ku li Baglara Amedê di 4ê Mijdara 2016an de di derdora saet 08.00 an de pêk hat em digirin ser xwe.”

Di daxuyaniya ku êrîşa li Diyarbekirê hat lidarxistin de wiha hat destnîşankirin: “Ji teref hevalê me yê Kemal Heqqarî ve di 4ê Mijdara 2016an de li Baglara Amedê çalakiya fedaî li dijî Midûrtiya şaxa hêzên çevîk hatiye lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber ku di êrîşê de Hevserokê Navçeya Çunguşê Recaî Atalay jî miriye TAK kerb û keseriya xwe aniye ziman. Ev pir bal kişand. Di encama êrîşa ku hatibû lidarxistin de 2yê wê polês 9 siwîl bi tevahî 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 378 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî êrîşê gelê Diyarbekirê bertekên tûnd dabû nîşandan. Çapemeniya Ewrûpayê jî wek xeber di rojnamê de diyar kiribû ku êrîşê PKK lidar nexistiye. Piştî vê daxuyaniyê ev îdraqa ku hewl dihat dayîn da ku pêk were hilweşiya.

Hinek çapemeniyên li Tirkiyê jî wek xeber radigihandin ku vê êrîşê PKK li dar nexistiye. HDP jî di derbarê mijarê de daxuyanî da ku di vê êrîşê de parlementerên wek hedef hatine girtin. Divê ku demildes mijar were zelalkirin.

HDP diyar kir piştî ku Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên din hatine lidarxistin di vê saziyê de wek binçav mane sekinandî. Ji ber vê yekê divê ku hemî mijarên di derbarê vê yekê de werin eşkerekirin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Dema ku êrîşa bombeyî çêbû di dabeş kompleksê de Hevseroka me ya Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û Parlementerê Enqerê ya me Sirri Sureyya Onder hebûn.”

HDP di domahiya daxuyaniya xwe de wiha diyar kiribû: “Pêwîst e di derbarê vê êrîşa ku eşkere ye armanc ew bû ku texrîbateke ji vê zêdetir pêk bînin de çi heye derêxin holê.

Parlementerê Enqerê Sirri Sureyya Onder piştî ku hatibû serbestberdan di derbarê êrîşê de axivîbû û diyar kiribû ku ev êrîş dema ku ew di saziya ewlehiyê de bûn hatiye lidarxistin. Divê ku li ser vê yekê were sekinandin. Dûvre Onder wiha axivî: “Dema ku Hevserokê me Birêz Selahattîn Demîrtaş birine dadgehê ev teqîn pêk hat. Ev 26 roj e ku rêvebirên partiya me li wir in. Yanê ev operasyona qetlîamî bi rêk pêk hatiye lidarxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir