• DOLAR 32.602
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2497.565
  • ...
"Mala me şewitandin, canê me sitandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama teqîna ku li navçeya Baglara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de 3ê yê wê polês bi tevahî 11 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 300 kes jî birîndar bûn.

Nişteciyên mexdûr ên ku mal û dikanên wan di êrîşê de xisarê dît şeva xwe cem xizmên xwe derbas kirin. Mexdûrên êrîşê yên ku bi tavdanê re hatin da ku mal û dikanên xwe bibînin eşyayên xwe yên saxlem berhevkirin.

Mexdûrên ku hêj jî trewma û şoqa êrîşê li ser xwe navêtine ji kesên ku êrîşê lidarxistine re bertek nîşandan. Mexdûreke yê ku li ser şaneşîna xwe wek qêr diaxiviya wiha diyar kir: “Bikêşin! Vê rezîlatiyê bikêşin! Pozên we naşewite! Mala me xera kirin, mala me şewitandin. Canê me sitandin. Mala me kirin kavil.”

Mexdûreke din a pîrek wiha diyar kir: “Wan çawa me sêwî hêştin. Xweda wan jî têxe vê halê. Çi dixwazin ji me. Him mala me şewitandin him jî talan kirin. Mala min xera kirine. Ev jî têra wan nekiriye, eşyayên min dizîne. Wey li wan dê û bavên ku zarokên wiha mezin dikin bibe. Ev weledên bê xêr in. Hemd ji Xweda re. Em ji canê xwe nebûn.”

Pîrekeke kelegirî diyar kir ku dê êdî ji van deran biçe. Wek dilxweşî dayîka pîrekê wiha got: “Tu sax xelas bûyî ev besê min e.” (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir