• DOLAR 32.59
  • EURO 34.826
  • ALTIN 2501.079
  • ...
Dest bi xebatên tespîta xisarê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî êrîşa ku wek bombeyî li navçeya Baglara Diyarbekirê ya ku li mintika ku piraniya wê siwîl bûn wek bombeyî hat lidarxistin dest bi xebatên tespîta xisarê hat kirin.

Li Baglarê doh di derdora saet 08.00an de di encama minîbusa hat înfilaqkirin de 3yê wê polês bi tevahî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm jî 300 kes jî birîndar bûn. Ji ber bandora teqînê pirraniyua dikanên hawîrdor xisarê dîtin û hinek hemwelatî jî bişev cem xizmên xwe man.

Piştî tehqîqata ku hat kirin hat diyarkirin ku di teqînê de ji toneke zêdetir teqemenî hatiye bikaranîn. Xebatên li hawîrdor yên ku ji teref tîmên AFADê ve tê meşandin jî didome.

Gulbahar Baliya ku mala wê xisarê dîtiye qala dema teqînê kir. Balî ragihand dema ku tekîn çêbûye ew di xew de bûne. Dûvre balî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mala min di qata herî jor de bû. Hemd ji Xweda re ku kesek ji me nemiriye. Dema ku bûyer qewimî ez li mal bûm. Em û zarokên min radizan. Heke di dema teqînê de em li ser piyan bûbûna îxtîmal bû ku em hemî bimirîna. Di dema ku em xew de bûn perçeyên şerepnelê û cam din av malê de belab bûn. Eşya ser me de derbas bûn.”

Balî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi dengeke wisa rabûn. Ez pir tirsiyam. Ez demildest revîm oda zarokên xwe. Gazî wan dikim ranabin. Dibêjim Kendal, Bawer! Zarokên min ji min re dibêjin; ‘netirse dayê!’ Ew jî rabûn. Xweda heqê me ji wan re nehêle. Em bi zarokên xwe ve bê mal man. Em çendîn sal wek bes meaşek xebitîn. Em nano ziko dijîn. Bi mala me re ereba me jî perçe perçe bû.”

Wezîfedarên ku ji maliyê hatibûn dest bi xebata xisra ku di encama teqînê de pêk hatiye kirin. Şîrketên sixorteyan jî hatin ciyê bûyerê da ku avahî wesayît û dikanên ku zirarê dîtine tespît bikin.

Di êrîşa ku doh hat lidarxistin de 378 kes birîndar bûbûn. 3yê wê polês bi tevahî 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)





































































Bu haberler de ilginizi çekebilir