• DOLAR 32.387
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2326.519
  • ...
Ji girtina Qudus TVyê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku di bergeha Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de ji teref RTUKê ve Qudus TV hatiye girtin Midûrê Weşana Giştî yê Qudus TVyê Nurettîn Şîrîn civîneke çapemeniyê li dar xist.

Nurettîn Şîrîn ji biryara ku di derheqê TV de hatiye girtin re bertek nîşan da û ragihand ku wek TV ew di dema heyama hewldana 15ê Tîrmehê û pêvajoya dûvre de cem heqq û gel bûye. Ji ber vê yekê wî diyar kir ku ev girtin çewt e. Bila ji vê çewtiyê dev were berdan.

“Bihêzkirina hişmendiya Umetê em wek ferz wezîfeya herî mezin dibînin”

Şîrîn axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Beriya ku biryar di derbarê Qudus TV de nehatibû dayîn çend roj berê li ser medyaya civakî wek propexende dihat diyar kirin ku ‘Qudus TV propexendeya rêxistina terorê ya bi navê Haşdî Şabî dike. Divê ku Qudus TV were girtin.’ Piştî vê propexendeya tevlêhevî, şaşomalşo û çewt ev biryar hatiye dayîn. Di vê teblîxata ku RTUK daye de îfadeya ‘rêxistina terorê’ qenaeteke wekê ev saziyeke rêxistinê ye pêk tîne. Em kesên ku bi projeyên Emrîka û Îngîlîz, servîsên wan ên îstîxbaratê û sermayeyên wan ên ku di nav Mislimanan de fitneya mezhebî derdixin tel’în dikin û bihêzkirina hişmendiya Umetê em wek ferz wezîfeya herî mezin dibînin.”

Şîrîn destnîşan kir ku ew di dema heyama hewldana 15ê Tîrmehê û pêvajoya dûvre de cem heqq, gel û Serokkomar bûne.

Şîrîn diyar kir ku wan di demên dawî de mexdûriyetên xizmên ku ku ji teref FETO ve pêk hatine tim û tim weşandine. Dûvre Şîrîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di dema weşanên xwe de beriya îdê bernameke li darxist. Di bernamê de me ji malbatên birayên me yên di zindanan de ne re got; ‘înşaellah dê ev îd bibe îda herî dawî yên birayên me yên di zindanan de. Wek Qudus TV armanca me ya herî mezin ew e ku birayên me ji zindanan derkevin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir