• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Di êrîşa li Diyarbekirê de dergûşa 2 mehî sêwî ma
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zeynep Sevînçera 28 salî di encamê êrîşa ku li Diyarbakirê wek wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de bi şiklekî giran birîndar bû.

Sevînçera ku wê rakirin nexweşxaneyeke taybet di gel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cinzeya Sevînçerî ya ku piştî muemeleyên tiba edlî anîn mirîxaneya Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî ya Diyarbekirê ji teref xizmên wê ve di nav şîn û girînê de li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Xizmên Sevînçerî diyar kirin dema ku êrîşa bombeyî hatiye lidarxistin dê Sevînçer di aşxanê de ji zarokên xwe re fitûr amade dikira. Di encama tekînê de perçeyên şerepnelê îsabetê Sevînçerê kiriye û ew di bin peteka kalorîferê de maye.

Xizmên Sevînçerî ragihandin ku dişa wê Gamze Sevînçer û zarokên wê Yusuf Eymen û Azra Şîrîn jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku dê taziya Sevînçerê li Şemrexe Mêrdînê were qebûlkirin.

Di encama êrîşa ku li Diyarbakirê wek wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de dergûşa 2 mehî Yusuf Eymen û Azra Şîrîna 5 salî sêwî man. (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir